Kosret Resûl û Kiracay tekez li bihêzbûna têkeliyan kirin

kurdistani 04:55 PM - 2018-09-20
 Kosret Resûl û Kiracay tekez li bihêzbûna têkeliyan kirin

Kosret Resûl û Kiracay tekez li bihêzbûna têkeliyan kirin

Li bajarê Silêmaniyê Kosret Resûl Elî û Hakan Kiracay tekez li ser bihêzbûna têkeliyên her du aliyan kirin.

Îro roja pêncşemê 20-9-2018`an, li bajarê Silêmaniyê, cigirê sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê pêşwazî li konsilê giştî yê Tirkiye li Herêma Kurdistan Hakan Kiracay kir.

Her weha di wê dîdara du qolî de derbarê rewşa Herêma Kurdistan û mijara hilbijartinên parlemana Kurdistanê û beşdarbûna aliyên siyasî tê de, tekez kirin li ser aramî û hêminiya ku di dema destpêkirina proseya hilbijartinan birêve be.

Di mijareke din ya wê civîna du qolî de, her du aliyan li ser peywendiyên di navbera Tirkiyê û YNKê de gotûbêj kirin û tekez li ser bihêzkirina peywendiyên duqolî kirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket