Trump: Wezîrê Min yê Dadê Tune

kurdistani 01:44 PM - 2018-09-20
Trump: Wezîrê Min yê Dadê Tune

Trump: Wezîrê Min yê Dadê Tune

Li gor malpera Dengê Amarîkayê ya kurmancî ku Serokê Amerîka Donald Trump di derbarê Wezîrê Dadê Jeff Sessions de gotiye ku ‘’Wezîrê min yê dadê tune ye’’.

Serokê Amerîkayê Trump di barê wê gotina xwe de ku di kenala (Hill TV) ya li Kongresê de kir û Sessions ji ber vekişîna ji vekolîna Rûsya careke din rexne kir.

Wek di malpera kurmancî ya dengê Amerîkayê de hatiye, d i berdewambûna axiftina xwe de serok Trump dîyar kir ku ew ji helwesta Sessions ya ser koçberîyê jî ne razî ye. Û wiha jî got; ‘’Wezîrekî min yê dadê tune, ew xemgînîyeke mezin çêdike’’ .

Di dawiya wê nûçeyê de wiha amaje bi gotinên serok Trump hatiye kirin; Trump ser pirsa dê ew Sessions ji kar dûr bixîne yan na, got ku ‘’Em dê bibînin çi diqewime. Gelek kes dibêjin divê ez wisa bikim’’ Wezîrê Dadê Jeff Sessions hîn bersîva gotinên Trump nedaye.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket