Pîre: Dr. Berhem wek namzetê YNKê bo serokkomarê ye
kurdistani 02:44 PM - 2018-09-19Dr. Berhem wek namzetê YNKê bo serokkomarê ye
Encûmena Serkirdeyetiya YNKê wê mijarên girîng gotûbêj kir di encamê de DR. Berhem wek namzeta Serokkomariyê hilbijart.
Di wê barê de, pyevdarê fermî yê YNKê Sedî Ehmed Pîra ji bo kenalên ragihandinê ragihand ku îro roja çarşemê 19-9-2018`an Encûmena Serkirdeyetiya YNKê hindek mijarên girîng di nax xwe de gotûbêj kir ku di navê wê de, ya herî girîng vegera Dr. Berhem Salih nav rêzên YNKê bû ku wek namzetê serokkomariya Êraqê hat destnîşankirin.
Sedî Pîre dazanîn ku di civîna Îro ya Encûmena Serkirdeyetiya YNKê DR. Berhem Salih wek yekemîn namzeta YNKê ji bo Serokkomariya Êraqa federalê bi piraniya dengan hat hilbijartin û niha DR. Berhem endamekî Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ye.
Dr. Berhem Salih jidayîkbûyî sala 1960 li bajarê Silêmaniyê ye, 2 car bûye serokê hikûmeta Herêma Kuridstanê û 2 car jî wek cîgirê serokwezîrê Êraqa federal kar kiriye. ji aliyê malbatî ve, keçkek û lawekî xwe hene.
Hêjayî gotinê ye ku wek tê naskirin ku xwediyê peywendiyên berfereh hem li ser asta Kuristan û hem jî Êraq û naveyê û welatên cîhanî. par sal ji rêzên YNKê dûrket û Hevpeymaniya Dad û Demokrasiyê avakir û beşdarî parlemana Êraqê bû, lê piştre ji bo parlemana Êraqê xwe namzret nekirin û li gel YNKê gotûbêja vegerê kir, di encamê de, civîna yekemîn li malê cîgirê sekreterê giştê yê YNKê Kosret Resûl Elî sazkirin û gotûbêj kirin ta gihîştin encamê, îro jî di civîna Encûmena serkirdeyetiya YNKê li bajarê Silêmaniyê, Dr. Berhem Salih bi fermî wek yekemîn namzetê YNKê ji bo serokkomariya Êraqê hate hilbijartin.
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25