Talebanî; Em berheman bi ser gel de dabeş bikin

kurdistani 07:24 PM - 2018-09-18
Talebanî; Em berheman bi ser gel de dabeş bikin

Talebanî; Em berheman bi ser gel de dabeş bikin

Qubad Talebanî di gotara xwe ya li Hewlêrê ragihand; Em berheman bi ser gel de dabeş bikin..

Li bajarê Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê proseya banghêşta lîsteya 105 ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kuridstanê dest pê kir.
Êro roja sêşemê 18-9-2018`an li bajarê Hewlêrê, bi beşdariya sedan kadro û berpirsên YNKê û namzetên lîsteya 105ê û serokê lîsteya 105 ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kuridstanê YNKê Qubad Talebanî dest bi kernevala nasandina lîsteya 105 ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kuridstanê bû.

Di gotara xwe ya derbarê berneme û projeya lîsteya 105ê de ku îro roja sêşemê 18-9-2018`an li bajarê Hewlêrê birîve çû, cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê û serokê lîsteya 105ê Qubad Talebanî ragiahnd ku Bjarê Hewlêrê ne tenê bajareke, lê ew di rastiyê de, cih û warê mêxwes û şêra ye û nemana nakokiyan jî da ragihandin û soz da ku wê li ser rêbaza nemir û wundayê netew û nîştimana kurdî berdewam bibin.

Di berdewamiya wê gotarê de, Talebanî dazanîn ku ewê kar ji bo xerckirina mûçe û dahatên gel ji neft û xazê û hemû berhemên din ên darayî û aborî bi awayekî zelal û wekhev bi ser welatiyên Herêma Kurdistanê de dabeş bikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket