Kernevala Lîsteyab 105 li Hewlêrê dest pê kir

kurdistani 05:12 PM - 2018-09-18
Kernevala Lîsteyab 105 li Hewlêrê dest pê kir

Kernevala Lîsteyab 105 li Hewlêrê dest pê kir

Kernevala Lîsteyab 105 li Hewlêrê bi beşdarbûna Qubad Talebanî dest pê kir.

Li bajarê Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê proseya banghêşta lîsteya 105 ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kuridstanê dest pê kir.
Êro roja sêşemê 18-9-2018`an li bajarê Hewlêrê, bi beşdariya sedan kadro û berpirsên YNKê û serokê lîsteya 105 ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kuridstanê ynkê Qubad Talebanî dest bi kernevala nasandina lîsteya 105 ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kuridstanê bû.

Destpêka merasîma nasandina namzetên lîsteya 105ê Bbi sirûda meşxelan û rawestandina xuleke bêdeng li ser rewanpakiya nemirên kurd û Kurdistanê dest pê kir .

Piştre berpirsê malbenda 3 ya Hewlêrê Şalaw Kosret Resûl Elî dest bi gotara vekirina kernevala nasandina namzetên YNKê kir û ragihand ku Hewlêr herdem li dijî stemê çogên neyaran şikandiye û serê danexistiye û ev yek hemû kes baş dizane ku di roja yekemîn de yekem kes kî bû ku hate nava Hewlêrê û bajarê Hewlêrê rizgar kir, ji ber wê yekê ez ji we hemûyan daxwaz dikim ku dengê xwe bidin bi lîsteya 105 ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ku di xizmetkirina xelkê vê bajarî de berdewam dibin.

Resûl Elî di berdewamiya axiftina xwe ya di wê kernevalê de, Aşkire kir ku  armanca me di vê hilbijartinan de, em serkeftineke pir mezin tomar bikin tako bi awayekî bêhtir li ser rêbaza serok Mam Celal xizmeta we bikin û Yekîtî li Hewlêr û Bhdînan xwedî kar û barekî pir girane ku xwe ji bo 4 slaên dahato amade kiriye û xwedî peroje û bernameya herî dirust û girînge.

Her weha piştre jî hemû namzetên sînorê parêzgeha Hewlêrê yên lîsteya 105ê ku di wê kenevalê de amadebûne, xwe nasandin û soza bicîkirina bername û projeya lîsteya 105ê ya serok Mam Celal dupat kirin.

PUKmedia-Wêne-Bextiyar Xweşnav-Hewlêr

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket