Di Kongireya Koryayê de piştgiriya Efrînê
kurdistani 04:05 PM - 2018-09-17Pîrşalyarê Zerdeştiyên Kurdistanê Pîr Luqman jî di dîwanê de ye
Li Koryayê Kongreya Aştî ya Cîhanî bo Olan bi rêve çû, nûnerên Zerdeştiyên Kuridstanê piştîvaniya Efrînê kir.
Bi beşdarbûna nûnerê Zerdeştiyên Kurdistanê, Pîrşalyar Pîr Luqman di Kongireya Aştî ya Cîhanî bo Olan dest bi karên xwe kir û Pîr Luqman mijara Efrînê xiste rojeva kongirê, lê ji aliyê nûnerên welatên Ereban ve hat red kirin.
Di wê barê de, nûnerê Zerdeştiyên Kurdistanê Pîrşalyarê Pîr Luqman jî di dîwanê de cih girtiye, lê mixabin nûnerên welatên Ereban dijaytiya nerîn û ramanên nûnerê Zerdeştiyên Kurdistanê kirine ji ber mijar kurdbûn,.
Di wê barê de, Pîr Luqman ji PUKmedia`yê re ragiahnd ku ew wek nûnerê Zerdeştiyên Kurdistanê ji aliyê komîteya amadekar ya Kongireya Aştî ya Cîhanê bo Olan ve hatiye vexwindin û di projeya wî de, mijara Efrînê ya sereke bû ye.
Pîr Luqman di daxuyaniya xwe de got; Min mijara Efrînê û ew serkot û binpêkirinên ku li dijî xelkê Efrînê rojana tên kirin anîm ser ziamn û şermezar kir, lê mixabin nûnerên 6 weltên Erebî bi tundî li hemberî min helwestên neyartiyê nîşandan û bi taybetî nûnerê Filestîniyan ku ji min re got; Ev kongire ya aştî yê ye.
Pîr Luqman dazanîn ku wî heya nehatibû kongireya Kuryayê nizanîbû ku Ereb bi awayekî giştî li dijî kurdin û di rastiyê de ew hemû nûnerên welatên Ereb bi bê ferq û cudatî dijayetiya doza kurdî kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Pîr Luqman reberê encûmena pîran ya Zerdeştiyên Kurdistanê ku di roja 18-8-2018`an di roja cejna peymanê de wek Pîrşalyarê Zerdeştiyên Kurdistanê hate hilbijartin, derbarê piştgiriya li Efrînê ji PUKmedia`yê re ragihandibû ku ew ê hewil bidin li ser parastina axa Kurdistanê û wê ji Efrînê heya Îlamî û hemû nexşeya Kurdistanê bikin bi cîgeha parastina rastiya Zerdeştî û xwedîderketina li têgeha mirovahiyê bi giştî û wî li gel serokê rêkxistina Hawar a Parastina Zarokên Efrînê Hozan Efrînî gotûbê kiriye û agahdarî wî kiriye ku wê mijara binopêkirina ku li herêma Efrînê pêktên di Kongireya Aştî ya Cîahanî bo Olan de bîne rojevê û wê bi tundî şermezar bikin û piştîvaniya li xelkên Efrînê bikin.
PUKmedia-Taybet
hewal ziyatr
-
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
Kurdistan 09:45 AM - 2024-04-24 -
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
Kurdistan 01:51 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
Kurdistan 02:16 PM - 2024-04-24 -
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
Kurdistan 05:53 PM - 2024-04-24