Êraqê li çiyayê Qereçoxê DAIŞ bombabaran kir

kurdistani 02:35 PM - 2018-09-17
Êraqê li çiyayê Qereçoxê  DAIŞ bombabaran kir

Êraqê li çiyayê Qereçoxê DAIŞ bombabaran kir

Firokeyên şer ên hikûmeta Êraqê li çiyayê Qereçoxê  DAIŞ bombabaran kir.

Îro roja 17-9-2018`an li navçeya Mexmûrê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê, firokeyên cengî yên hikûmeta Êraqê bi tundî  wargehên DAIŞê bombabaran kirin.

Di wê barê de, berpirsê komîteya rêxistinên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Reşad Gelalî ji PUKmedia`yê re ragihand ku îro li çiyayê Qereçoxê di navbera gundên Elî Reşê û Pira Sipî de, firokeyên cengî Êraqî bingehên DAIŞê bombebaran kirin.

Gelalî aşkire kir ku komên terorîst valatiya ku paşvekişandina hêzên pêşmerge ji xwe re bikartînin û di cihê pêşmergeyan de xwe nîştecih dikin. Ji ber wê jî firokeyên Êraq û ên hevpeymana navneteweyî bombebarana wargehên wan dikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket