4,mîn salvegera berxwedana Kobanê

kurdistani 06:13 PM - 2018-09-16
2 şervanên ypjê li kobanê

2 şervanên ypjê li kobanê

Duh roja 15-9-2018`an 4,mîn salvegera berxwedana Kobanê ya dîrokî li dijî terorîstên DAIŞê bû.

Di wê barê de, rola Yekîtiya Nîştimanî ya Kuridstanê bi awayekî pir mezin li ber çavan bû. YNKê dikarî bi riya peywendiyên xqwe ên bihêz li gel Amerîkayê, hewilî şandina çek û teqemeniyan bidie ku di demekê de bû, DAIŞê 80 ji sedî Kobanê xistibû jêr kontirola xwe .

Hinek helwestên YNKê derbarê Kobanê de...

Serokê saziya Paratin û Zanyariyên Herêma Kurdistanê Lahur Şêx Cengî bi termê şehîd Bavê Leyla re gihîşte Kobanê.

Di roja 6-6-2016`an de, Serokê Ajansa Parastin û Zanyariyên Herêma Kurdistanê Şêx Lahur Şêx Cengî Talebanî, bi şandeyekê, serdana Kobanê kir û ji aliyê serokê hikûmeta Kobanê Enwer Muslim ve bi germî hat pêşwazî kirin. Biryare li gor dema wî eger guncaw be, wê di merasîma şehîd Ebu Leyla de beşdar bibe.

Her weha serdana serokê Ajansa Parastina û Zanyariyên Herêma Kurdistanê Şêx Lahur Şêx Cengî û serdana wî ya dîrokî ji Kobanê û Rojavayê Kurdistanê re û beşdarbûna wî di Merasîma bi ax spartina  şehîdê gelê kurd fermanderê mezin Feydel Ebu Leyle, wek pêngaveke mezin û dîrokî ye ji bo hevrêziya tekoşerên parastina doza gelê kurd tê bi nav kirin.

Hêjayî gotinê ye ku serokê saziya zanyarî û parastina Herêma Kurdistanê rêzdar Lahur Şêx Cengî gelek caran xwedî helwerstên bihê bû ye derbarê parastina destkeftên Rojavayê Kurdistanê û yek ji wan kesên ku herî zêde alîkarî û hevkariya Hêzên Rojavayê Kurdistanê YPG-YPJ`ê kiriye û bi taybet di berxwedana Kobanê de, ew wek endazyarê sazkirina peywendiyên Emerîka û YPG`ê û PYD`ê ye û her dem piştîvaniya xwe ji bo Rojavayê Kurdistanê dupat dike û ji ber wê jî, kesekî pir nêzîkî xelkên Rojavayê Kurdistanê ye û xweşdivî yê ciwan û rewşenbîran e. Ew mora xwe li ser rûpela dîroka nûh ya gelê kurd û Kurdistanê da ye...

Her di wê barê de jî, roja 6/6/2016 berpirsê Ajansa Parastin û Zanyariyên Herêma Kurdistanê Lahur Şêx Cengî jî li Kobanê ragihand ku ji bo başbûna rewşa jiyanî ya xelkê Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî Kobanê, pêwîste deriyê sînorê Sêmalka bê vekirin û ew kar gelek şermî ye ku dema xelkê me yê Rojavayê Kurdistanê pêwîstiya xwe bi me hebin û em bêdeng bin.

Hêjayî gotinê ye ku di roja 4/11/2015`an Lahur Şêx Cengî di heyama axivtina xwe ya di peymangeha Emerîkî li Washngtonê de, di bare piştîvanî û alîkariyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê  ji YPG`ê re Lahurî Şêx Cengî got; Yektîiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi awayekî rastewxwe û cedi alîkarî û piştîvaniya hêzên Yekîneyên Parastina Gel YPG`ê li Rojavayê Kurdistan li dijî terorîstên DAIŞê dike.

Her weha ji bo wan welatên ku şerê DAIŞê jî dikin ragihand ku pêwîste ew nebin bi du alî, pêwîste bi yekrêz û bi yekalî li dijî terorîszma DAIŞê hem li Sûriye û hem li Êraqê şer bikin tako terorîstan jinav bibin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket