Biradost Mîtanî derbar nemir Xelîl Kalo de dinivîse

kurdistani 06:05 PM - 2018-09-16
Nmeir Xelîl Kalo û Biradost Mîtanî.

Nmeir Xelîl Kalo û Biradost Mîtanî.

Di salevegera yekemîn de ya rewşenbîrê nemir XELÎL KALO de , kurte jiyana wî

1-dayikbûna wî : 1958 li gundê Dêrna Qulinga ê rojavayê zeviya RIMÊLAN ji dayik biwe, ta refê şeşê li gundê xwe xwend , ji refê 6 ta yê 12 li tirbespiyê xwend , zanîngiha ciwolociya li şamê bi dawî kir . di kampaniya Rodko de li Rimêlan 8 salan karkir ,salekê li Libnanê 1990-1991 li cem rêber EVDELAH OCELAN di ekadomiya perwerdê de bû ,Rêjîma SÛRÎ ew ji karê wî dûr kir , 10 salan kete rewşeke nerînê de vebirîna ji ji yana sade di gundê xwe de , min ew nas kir ku dema ew vegeriha jiyana rewşenbîrî , nexasim dema me çend rewşenbîrên GIRLÊLEGÊ Dîdargiha GIRKÊLEGÊ ya rewşenbîrî ava kir 2006 z , ew dihate çalekî û şevbiwêrkên me û carcarinan semînar ji mihvanên me re didan.

2- çand û bizava wî ya rewşenbîrî : Li Şamê 1957 z, ber destê Apo Osman Sebrî xwe perwerde dikir zimanê kurdî , bi arîkariya wî sê dibistanên kurdî bi rê dibirin li şamê .gotara yekemîn 1979z di rojnama hevgirtina gel de weşand ,nêzîkî 40 helbestên kurdî nivîsandiye ji 1978 ta 1988 gelek helbestên wî bûne stran li cem Dilo Doxan û Xêro Ebas û yên din , 540 gotar bi kurdî û Erebî nivîsandine , pirtûkek ser pendên kurdî û yek bi navê kesayeta kurdî û yek jiyana tekoşer Hesen hisyar ji kurdî kiriye Erebî û yek ser xaknîgarî û dîrok û aboriya Kurdistanê nivîsandin, ji PKK re 4 pertûk bi kurdî û 2 bi Erebî wergerandin, bi arîkariya hevalekî pertûka rastiya serokatiyê di partiya pkk de ji TIRKÎ wergerand Erebî , koçka . seydayê Cegerxwîn li herêma aliyan bi çend rewşenbîrekî re ava kir .

3- karê wî yê siyasî : di destpêka xortaniya xwe de li Şamê nêzîkî bîrdoziya Marksiyetê dibû , û diçû pertûkxaneya soviyêt , Apo Osman Sebrî ew şêweyê wî didît metirsî ser girêdana kesê kurd ji hestên netewî KURDÎ re, lewra digotiyê netewe parêz bin , weke karê partîtî nemir XELÎL tevlî hevgirtina gel bû , lê baweriyên wî karê şoreşgerî bû, lewra dixwest herê şoreşa nemir EVDILREHMAN QASIMLO ,li ROJHILATÊ KURDISTANÊ , lê dema şoreşa PKK destpêkir û bandor û rêxistina wê giha ROJAVAYÊ KURDISTAN ew tevlî wê bû , piştî şoreşa ROJAVA 2011 dest pêkir û serkeftinên YPG ew pê pabend bû û hercar digot ez YPG me û serdana çeperên wan dikir û wilo çû QENDÎLÊ jî, lewra ew bû endamê şanazî yê YPG û gelek YPG jê hez dikir , ji ber vê yekê dema bi nexweşiya penceşêrê yan zelîtanê ket YPG lê xwedî derket û ser hesabê xwe mizextiya çareseriya nexweşiya wî li cizîr û şamê hemû da , ser yekîtiya netewa KURD nexasim li ROJAVA pir dilxwaz bû û bihtir dilêş bû ser parçebûna tevgera siyasî û rewşenbîrî , lewra xwest bi ava kirina saziyek KURDÎ 2011 z rabe û ta astekê bi ser ket , lê dema dît ku hinek ji serkirdên partiyan bi serketin û hebûna kesên serbixwe û rewşenbîran kêm û qelis kirin di wê saziyê de baweriyên wî şikestin û xwe jê vekişand

4-Reftar û sinc û rawiştên nemir XEKÎL KALO : kesekî rast , şikere û bi wijdan bû, ji ber vê yekê siyastemedar û rewşenbîrên ku nerîna azad û demukrasî nas nedikirin û ne dipejirandin şerê wî dikirin , netewe parêz bû û pergala kesayetiya KURDÎ di rastiya wê de nas dikir , ji kêman weke wî di vê piskolîciy de zane hebûn , xwedî vînek geş bû , giyanê wî şoreşgerî bû , digot çawa YPG dijî Da'iş bi ser ket ezê dijî vê nexweşiyê biser kevim , dost û hevalan gelekî jê hezdikirin bi hezaran bûn , nexasim di rûpelê wî yê FÊSBÛKÊ de, jiber ew zana , rast , dilsoz û xwedî bizavek gencînî bû.
Mixabin vê nexweşiya pîs û xirab xedar di vê dema ku pêdiviya me KURDAN bi vî rewşnbîrê mîna dibistanekê hebû ew ji nav me bir û koç kir di 15-9-2015 z , xwedê lê bibûre .

Ez spasiya yekîtiya rewşenbîrên kantona CIZÎRÊ dikim ku guh danê di salevegera wî de dema ew li dar xistin , û gora wî jî bi mermerê li DÊRNAGULINGA ava kirin, û em spasiya YPG jî dikin ku di nexweşiya wî de lê xwedî derket , ev nîşane ku rewşenbîr ne bêxwedî ne , bi dawî serê gelê kurd û malbata wî saxbe û divê em nehêlin ên wilo bêne jibîr kirin .

BIRADOSTÊ MÎTANÎ

GIRKÊLEGÊ 26-6-2628 kurdî,16-9-2016z

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket