Talebanî; Emê rewşa mûçeyan çareser bikin

kurdistani 05:47 PM - 2018-09-16
 Talebanî; Emê rewşa mûçeyan çareser bikin

Talebanî; Emê rewşa mûçeyan çareser bikin

Qubad Talebanî di gotareke xwe de ragihand; Emê rewşa mûçeyan çareser bikin.

Serokê lîsteya 105 ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ya ji bo parlemana Kuridstasnê Qubad Talebanî îro roja 17-8-2018`an di merasîma nasandina namzetan de ragiahnd ku ewê rewşa mûçeyan çareser bikin û ew kêmkirina ku hatiye kirin, wê ji holê rakin û wê li gorî hesabên xerckirina elektironîk û di demên xwe de bêne bi cih cihkirin.

Talebanî ev gotin di merasîma nasandina namzetên lîsteya 105 ya YNKê li bajarê Seyid Sadiqê dabû ragihandin û amaje bi wê yekê kiri ku wan soza dabû di heyama 4 salan de her tiştî çareser bikimn, lê ew aloziya aborî û darayî ku berê xwe dabû Herêma Kuridstanê rêgir bû, lê vê carê emê hewil bidin ku hemû aloziyan çareser bikin.

Di dawsiya gotara xwe de, cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê û serokê lîsteya 105 ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdsitanê Qubad Talebanî aşkir kir ku armanca lîsteya 105 ê ew e ku xizmetkariyekî pir baş ji bo tevahiya navçeyên Herêma Kurdiostanê pêşkêş bikin û Seyid Sadiq bikin bi navçeyeke keştûkaliyê û pçşesaziyê û soz da ku wê 2000 kargeh li herêma Kuridstanê vekin û aboriya bihêz bikin û ji wealtiyan daxwaza dengdanê ji bo lîsteya 105ê kir ji ber ku ew lîste wê bikaribe xwestekên gel bi cih bike.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket