El-Idlibî: Heke rêjîm Idlibê bigire dê ji bo Tirkiyê ziyaneke mezin be
kurdistani 12:33 PM - 2018-09-14El-Idlibî: Heke rêjîm Idlibê careke din bigire dê ji bo Tirkiyeyê derbeyeke mezin be
Ebû Umer El-Idlibî anî ziman ku çarenûsa Cerablus, Bab, Ezaz û Efrînê bi çarenûsa Idlibê ve girêdayî ye û got heke rêjîm Idlibê careke din bigire dê ji bo Tirkiyeyê derbeyeke mezin be.
Fermadarê giştî yê Tûgaya Şemal El-Demoqratî Ebû Umer El-El-Idlibî li ser rûdanên li Idlibê ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku rêzkirina wêneya diyar ji bo Idlibê hîna zû ye, lê hêzên leşkerî li wir hene, agahî hene ku yên Tirk jî hene.
El-Idlibî diyar kir ku hemû çeteyên niha li Idlibê yekser girêdayî dewleta Tirk in û bi hev re şer dikin û wiha got: "Şerê di navbera çeteyan de tê kirin planeke ji aliyê Tirkiyeyê ve ye, armanc jê şêniyan bitirsîne û kesên fermanên wan pêk neynin ceza bikin."
Ebû Umer El-Idlibî, da xuyakirin ku tê texmînkirin Tirkiye çekên xwe yên giran ji komên çete yên li Idlibê vekişîne û wan tesfiye bike, dema ku bi Rûsyayê re li hev bikin û wiha domand: "Dibe ku ev kom veguherin hêzên ewlekariya hundirîn, piştî ku Tirkiye yekîneyên xwe li Idlibê belav bike. Lê bi rastî komên çete yên li Idlibê xwedî hêzek in, heke çek ji wan re werin şandin dikarin rêjîmê têk bibin."
Ebû Umer E-Idlibî anî ziman ku çarenûsa Cerablus, Bab, Ezaz, Cerablus û Efrînê girêdayî çarenûsa Idlibê ye û got heke rêjîm Idlibê careke din bigire dê ji bo Tirkiyeyê derbeyeke mezin be û dê hemû kaxezên xwe winda bike.
Fermandarê Tûgaya El-Şemal El-Demoqratî Ebû Umer El-Idlibî bal kişand ser nakokiyên civîna Tehranê û destnîşan kir ku welatên li Tehranê civiyan, negihaştin encamekê.
PUKmedia-Hawarnews
hewal ziyatr
-
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
04:47 PM - 2024-04-19 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Aramiya Silêmaniyê xeta sor e
10:10 PM - 2024-04-19
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
08:34 PM - 2024-04-19
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
01:35 PM - 2024-04-19
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
10:31 AM - 2024-04-19
zortrin xwendraw
-
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
Aborî 10:31 AM - 2024-04-19 -
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
Kurdistan 08:34 PM - 2024-04-19 -
Qubad Talebanî: Aramiya Silêmaniyê xeta sor e
Kurdistan 10:10 PM - 2024-04-19 -
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
Kurdistan 04:47 PM - 2024-04-19 -
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 -
Pêşxistina mûçeyên karmendan pêwîstî bi erêkirina Bexdayê heye
Kurdistan 12:03 PM - 2024-04-20