HSD Leşkerkirina Zarokan Qedexe Dike

kurdistani 11:33 AM - 2018-09-13
Mazlûm Abdi û General Paul E. Funk

Mazlûm Abdi û General Paul E. Funk

Fermandarê giştî ya HSD’ê Mazlûm Ebdî, derheqa biryarên girêdayî qedexekirina leşkerên zarok fermanek belav kir.

Ebdî di fermanê de bal dikşîne ku divê leşkerên zarok anku temenên wan bin 18 salî, di nava refên HSD'ê de cîh negirin. Ew biryar li ser bingeha qanûnên navnetewî yên ser qedexekirina leşkerkirina zarokan hat derxistin.

Berpirsê ofîsa têkîlîyên giştî ya HSD’ê Rêdûr Xelîl piştrast dike ku ew di vê biryara xwe de rişdî ne. “Di encama hevdîtinan bi rêxistinên Netewên Yekbûyî re ev biryar hat dayîn.” Xelîl da zanîn ku di hevdîtinan de çarenivîsa zarokên DAIŞ’ê hat gotûbêj kirin.

Di fermana leşkerî de tê gotin ku endamên ji 18 salî biçûktir, divê ji sazîyên wek Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser re werin radest kirin.

Hêjaye bi bîrxistinê ye ku YPG jî di sala 2015’an de, jibo qedexekirina leşkerkirina zarokan peymanek bi rêxistina Banga Cenevre re imza kiribû.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket