Polîsê Pîremegron; 11 tawanbar hatin girtin

kurdistani 01:42 PM - 2018-09-09
Polîsê Pîremegron; Di 10 rojan de 11 tawanbar hatin girtin

Polîsê Pîremegron; Di 10 rojan de 11 tawanbar hatin girtin

Polîsê Pîremegronê di belavikekê de ragiahnd ku di heyama 10 rojan de 11 kesên tawanbar binçav û girtin.

Rêvebiriya polîsên Pîremegronê di belavokeke xwe de ragihand ku beşa polîsê Dukanê ya Pîremegronê a ser bi rêvebiriya giştî parêzgeha Silêmaniyê di heyama 10 rojan de, bi qasî 11 kesên tawanbar girtine ku tawanên cuda cuda encam dane.

Her weha ew kesên ku tawanbarin li gor madeyên 405-31, 446, 23 û 24 yê hatûçûnê û 377 hatine daxwazkirin û bi tawanbarî nasandine ku wê di dema pêş de bi wan madeyan werin dadgehkirin tako sizayên xwe wergirin.

Polîsê Dukanê ya beşa Pîremegronê di wê belavokê de, dibêje em we dilniya dikin ku emê bi berdewamî hewil bidin bo parastina ewlekariya we tako hûn tev di aramî û hêminiya jiyana azad de bijîn.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket