Qeryo; ‘Rêveberiya Xweser sîwana rêveberî û meclisên sivîl e’

kurdistani 12:01 PM - 2018-09-09
Hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Sîham Qeryo

Hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Sîham Qeryo

Hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sîham Qeryo diyar kir ku erka Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  koorîndeyekê di navbera 7 rêveberiyên ji Cizîrê, Firat, Efrîn û rêveberiyên sivîl ên Minbic, Teqa, Reqa û Dêrazorê de  ava bike.

Hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sîham Qeryo di destpêka Şoreşa Sûriyeyê de berpirsa Yekîtiya Jinên Suryan şaxê Hesekê bû. Piştî ragihandina Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê, Sîham ji bo hevserokatiya Desteya Aborî û Bazirganiyê ya Kantona Cizîrê hate hilbijartin û piştre Sîham ji bo hevserokatiya Desteya Têkiliyên Derve ya kantonê hate hilbijartin.  Herî dawî di civîna rêveberiyên xweser û herêmî de ya ji bo avakirina rêveberiyek xweser ji bo bakur û rojhilatê Sûriyeyê û koordîneya di navbera rêveberiyan de hatibû lidarxistin, Sîhma Qeyro û Parêzer Ferîd Etî weke hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyeyê hatin hilbijartin.

Di hevpeyvînek bi ajansa me re Hevseroka Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sîham Qeyro got":Meclis, piştî destkeftiyên ku gel û QSD'ê bidestxistine hate avakirin. Meclis hemû pêkhateyên herêmê di nav xwe de dihewîne. QSD'ê herêm ji Til Hemîsê ta bajarê Reqayê ji terorê rizgar kir. Ew hêza tekane ya ku herêmên Sûriyeyê ji DAIŞ'ê paqij kiriye ye."

Sîham wiha domand: "Piştî gelek nirxandin û nîqaş di nav rêveberiyan de li ser pêşxistina mekanîzmeya kar û pêşkeşkirina xizmetê ji welatiyan re, gava avakirina rêveberiyek giştî ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate avêtin."

Sîham tekez kir ku ji erk û peywirên rêveberiyê ew e ku pêdiviyên şêniyên herêmê peyda bike, her wiha  ew sîwana rêveberî û meclisên sivîl de ue û koordîneya di navbera 7 rêveberiyên ji  Efrîn, Firat û Cizîr û meclisên Tebqa, Reqa, Minbic û Dêrozrê ava bike.

Her wiha Sîham destnîşan kir ku ji destpêka ragihandina rêveberiyên xweser û ji bo têkbirina projeyê, gelek bertek û êrîş li hember projeyê de hatin nîşandin û wiha pê de çû:ʺLê ev rê li ber bidestxistina destkeftiyan negirt. Berovajî wê herêmên Bakurê Sûriyeyê bi saya hêz û vîna ewladên xwe teror ji herêmê qewirandin û gelek destkeftî di hemû waran de bi dest xistin."

Sîham gotinên xwe wiha domand: "Meclisa Sûriyeya Demoratîk nûnertiya hemû gelên herêmê dike û ji ber xebatên xwe di xizmetkirina civakê de, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), MSD'ê weke sîwana siyasî ya hêzên xwe pejirand. Her wiha MSD'ê di kongraya xwe ya 3'yemîn de û di encama xebatên xwe de, birayar da ku bibe sîwana hemû rêveberiyên xweser û meclisên herêmî. Ji ber wê di 6'ê Îlonê de di civînekê de li navçeya Eyn Îsayê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate avakirin."   

Di dawiya gotinên xwe de Sîham Qeyra wiha got: "Em bi hêvî ne ku rêveberî ji bo gelê Sûriyeyê û Rojhilata Navîn bibe mînak. Em bi yekîtiya xaka Sûriyeyê re ne. Armanca me, avakirina civakek azad, demokratîk, pirengî û ne navendî ye."

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket