Fîlmên Komîna Fîlm a Rojava li Îtalya Tên Nîşandan

kurdistani 11:56 AM - 2018-09-09
 Fîlmên Komîna Fîlm a Rojava li Îtalya Tên Nîşandan

Fîlmên Komîna Fîlm a Rojava li Îtalya Tên Nîşandan

Fîlmên sazîya Komîna Fîlm a Rojava, bi hevkarîya navenda çandê ya başûrê Îtalya li wî welatî tên nîşandan.

Endama komîteya rêvebir ya Komîna Film a Rojava, Safînaz Evdikê li ser nîşandana fîlman li Îtalkya wiha dipeyîve: "Her heftê mijarek ji alîyê navenda çanda ya başûrê Îtalya ve tê dîyar kirin û li gor mijarê em jî berhemeke xwe dişînin wan."

Di rêza fîlmên nîşandanê de fîlmê Bajarên Wêranbûyê heye ku di Festîvala Meksîko ya fîlman de xelat wergirtibû. Derhênerê film Şêro Hindê dibêje ku wî bi armanca nasandina rewşa şerê ku li herêma wan diqewime, ev belgefîlm amade kir.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Komîna Fîlm a Rojava di sala 2015'an de, bi beşdarbûna jimareke fîlmhezên xort li bajarê Dirbêsîyê hatibû damêzrandin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket