Li Efrînê Girtin û Revandina Sîvîlên Kurd Zêde Bûne

kurdistani 11:54 AM - 2018-09-08
 ::Li Efrînê Girtin û Revandina Sîvîlên Kurd Zêde Bûne Newroz Reşo

::Li Efrînê Girtin û Revandina Sîvîlên Kurd Zêde Bûne Newroz Reşo

Li herêma Efrînê bûyerên girtin û revandina sîvîlan ji alîyê komên çekdar ve didomin. Çalakvanên herêmê dîyar dikin ku armanca vê yekê standina fidyê anku pereyan beramberî berdana wan e.

Li gor jêderên xwecîhî koma çekdar ya bi navê Feyleq El-şam li gundê Birc Heyderê 16 sîvîlên Kurd revandine û ew ji cîhekî nedîyar re veguhestine. Heman jêderan da zanîn ku kesên revandî ji malbatên Hesen, Gule Xeyrî û Silêman in.

Her heman komê li gundê Kibêşîn yê Şêrewa bi ser malên gundîyan de girtine, hejmareke mêr û ciwan binçav kirine.

Herwiha li gundê Eyndarê jî koma bi navê Firqet El-hemzat 6 kes revandine, ku malbatên wan çarenivîsa wan kesan nizanin.

Dîsa di mijara revandina sîvîlan de welatîyê bi navê Husên Ebdulrehman Reşo yê 38 salî ku li bajarê Efrînê rûniştî ye, ji alîyê komeke çekdar ve hatiye revandin, makîneya wî jî hatiye desteser kirin.

Malbata Reşo yê ji gundê Coqê bal dikşîne ku ew nexweş e û pêdivîya wî bi dermanan heye. “Ger êşkence li Reşo were kirin, metirsî li ser jîyana wî heye,” malbata wî hişyar dike.

Li devera Meydankê jî kalemêrê bi navê Elî Silêman ji meh û nîvekê de hinda ye û ti agahî ji wî tune ye.

Li alîyekî din, li bajarokê Şêrewa ku li başûrê rojhilata herêma Efrînê ye, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) çalakîyek dijî çekdarên îslamî li dar xistin.

YPG’ê di daxuyanîyeke nivîskî de ragihand ku şervanên wê çalakîyeke tolhildanê li gundên Beyîyê û Kefer Nebo pêk anîne.

“Di çalakîya şervanên me de 19 çekdarên Firqet El-Hemzet hatine kuştin û 3 erebeyên leşkerî hatine rûxandin.”

Her li Şêrewa, artêşa Tirk derengîya şeva Pêncşemê her du gundên Başemrê û Mezin bi topên hawan û mûşekan topbaran kirine û agahî peyda nebûne ku çi zarar li wan deverana çêbûne.

Li bajarokê Reco jî YPG’ê ragihand ku şervanên wan li gundê Berbenê êrîşî rêbendeke hevbeş ya artêşa Tirk û Firqet El-Hemzat kirine, tê de 2 leşker û 2 çekdar kuştine.

Şeva Çarşemê jî li navenda bajarê Efrînê teqînek dijwar pêk hatibû û di peqînê de bi dehan kuştî û birîndar çêbûbûn.

Li gor jêderên ji hindurê Efrînê, bombeyeke mayînkirî li ser rêya Reco, ku cada serekî ye bajêr e, bi makîneyeke leşkerî de peqîye.

Koma bi navê “Koma Bazên Tolhildanê” ku cara yekê ye navê wê di ragihandinê de belav dibe, ev peqîn girte ser xwe û bi daxuyanîyekê ku li ser torên civakî hate belav kirin, hûrbînîyên wê eşkere kirin.

“Di peqînê de 3 leşkerên Tirk û 6 çekdarên komên radîkal hatine kuştin, herwiha 12 jî birîndar bûn.”

Dor vê êrîşeê çavkanîyên Dengê Amerîka me li Efrînê dane zanîn ku hejmareke ambulans veguhezîn cihê peqînê û çekdarên girêdayî Tirkîyê ew dever dorpêç kirin û nehiştin ti kes nêzîkê wê bibe.

Heman çavkanîyan ragihand ku roja Pencşemê nîvro erebeyek nêzî çerxerêya Kawa hatibû peqandin, ku di heman demê de li wî cîhî pevçûn di navbera komên çekdar Muhemd El-Fatih û Firqeya Nehê de derketibû û tê de hejmareke çekdar birîndar bûbûn.

Jêderên hindurê Efrînê herwiha ragihandin ku çekdarên îslamî di rewşeke seferberîyê de ne û malbatên Ereb ku ji Guta ya Şamê li Efrînê bi cih bûbûn, berê xwe didin gundên sînorî. Jêderan sedema vê yekê bi gotegotên operasyona çaverêkirî ya artêşa Sûrî li Îdlibê ve girê didin.

Ji wê çaxê de ewlehîya hêrêmê û gelê wê yê sîvîl li hev ketiye. Çekdarên tundrê zêdegavîyan dikin û mafên mirovan binpê dikin. Rêxistina Amnesty International ev kiryar belge kiribûn û Tirkîye wek berpirs bi nav kiribû.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) jî dîyar kiribû ku jibo xistina fişarê li malbatên wan bi armanca standina pereyan, kiryarên revandina sîvîlan û êşkencekirinê bi awayekî sîstematîk ji alîyê komên çekdar vê tên kirin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku artêşa Tirkîyê û komên çekdar yên pê re, piştî şerê 58 rojan, di 18'ê Adara borî de dest danîn ser herêma Efrînê.   Newroz Reşo


PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket