Şerê Sûriye û Xweseriya Rojavayê dest pê kir

kurdistani 11:37 AM - 2018-09-08
Şerê Sûriye û Xweseriya Rojavayê dest pê kir

Şerê Sûriye û Xweseriya Rojavayê dest pê kir

Şerê rêjîma Sûriye û Rêvebirya Xweser ya Rojavayê dest pê kir û rewşa awerte hate ragihandin.

Di wê barê de, jêdereke agahdar bi taybet ji PUKmedia`yê re ragihand ku nexwest navê xwe aşkire bike; Îro serê sibê li bajarê Qamîşloyê ya ser bi herêma Cizîrê a girêdayî Rêvebiriya Xwesr, êrişeke berferfeh ji aliyê hêzên ewlehiya rêjîma Sûriyê ve li dijî taxên Rêvebirya Xweser a Rojavayê Kurdistan û Bakurê Sûriyê dest pê kir, di encamê de, pevçûneke dijawr derket û 13 endamên rêjîmê hatine kuştin û yek endamê asayîşa Rêvebirya Xwesr jî şehêd bû ye û yek jî birîndar e.

Wê jêderê dazanîn ku piştî wê pevçûnê, rewşa awerte ji aliyê Rêvebuiriya Xweser ve hate ragihandin û wê berdewam be tako rewşa ewlehiya bajêr wek berê vedigere.

Di heman demê de, aşayîşa Rojavayê belavokeke taybet di wê barê de weşand ku piştrast kir ku êrişa rêjîma Sûrî bo ser taxên wan û gulebarankirina bazgeheke wan û çawaniya destpêkirina pevçûnan bi zelalî danexuyakirin.

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket