Çalakvana zarokên Efrînê tu her hebî

kurdistani 04:45 PM - 2018-09-06
Vejîn Efrînî

Vejîn Efrînî

Çalakvana zarokên Efrînê her weha ya tevahiya Rojavayê Kuridstan û aliyên din Kurdistqanê tu her hebî.

Delala min û kûlîlka baxçeya jiyana mala me Vejin Efrini ji duh ve ji ber nexweşiya Brucella melitensis`yê di nexweşxaneyê Zarokan ya fêrkarî de rojek derbas kir û pişt re jî ji bo nexweşxaneya Bexşîn a taybet hat veghustin..

Pileyên germî 40 derbas kir, pileyên Brucella melitensis 150 ye, lê Vejînê ji ber hezkirina jiyanê, pir li ber xwe da. Diktor û pijîşkên nexweşxaneya Bexşîn ê gelek metmayî man ku li gor bilindbûna pileya germî û asta petaya Brucella melitensis`yê, Vejîn hîn jî bi xwe li gel pijîşkan dipeyêve û kêş û pirsgirêkên nexweşiya xwe ji wan re şirove û zelal dike, bi zeraveya soranî û pir bihêz.

Vejin Efrini her dem hewil dide ku ew li ser nexweşiyê desthilatdare û wê derbas bike. Dayîka min ji gundê Miskê bi riya Watsapê li rewşa wê pirsiya, min guhdar kir ku ew ji dayîka min re dibêje; Anê Minîre metirse ez başim û ezê demekî nêzîk ji nexweşxaneyê derkevim û vegerim mal.

Ew ji bo dilê dayîka min xweş bike û moral û wureya wê geş û xweş bike wiha dipeyve, nexwest ku bi awayekî bê moralî bipeycve, ev bi serê xwe, pêngaveke pir giînge ku zarokeke 10 salî bi vê rengî xwedî li xwe û derdora xwe derkeve.

Zarok kûlîlk û gûlên malan e, ew nimûneya jiyana dêk û bavan e, ji ber wê jî, pêwîste bên parastin...

Vejîna me ji temena xwe ya 3 mehkî ve, rastî jiyaneke zehmet û pir li metirsî û derbaskirina sînorên Kurdistanê bi awayên qaçax û rû bi rûbûna metirsiyên jinavbirinê jî hebûn, lê serbarî wê jî, jiyana her dirêj dibe û pêşeroj jî her ber bi ronakiyê ve diçe

Ez tenduristiyeke baştir ji Kûlîlka mala me re dixwazin...

Hozan Murşid Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket