Panorameyek li ser çalakiyên Qubad Talebanî

kurdistani 01:07 PM - 2018-09-06
Panorameyek li ser çalakiyên Qubad Talebanî

Panorameyek li ser çalakiyên Qubad Talebanî

Panorameyeke kurdt li ser hinek kar û xebatên û çalakiyên cîgirê serokê hikûmetas Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ...


 Talebanî bi namzetên YNKê re civiya

4/9/2018

Qubad Talebanî bi namzetên lîsteya 105 ya YNKê re civiya.

Wek hat zanîn ku îro roja sêşemê serokê lîsteya YNKê ya ji bo parlemana Kurdistanê Qubad Talebanî di hola Elî Eskerî de ya bajarê Silêmaniyê bi namzetên Lîsteya 105 ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê re civiya ye.

Li gor zanyariyên ku ji bo PUKmedia`yê hatine ku ew civîn taybete bi çawaniya xweamadekirin û beşdarbûna bihêz ji proseya hilbijartinên parlemana Kurdistanê re ye.

Qubad Talebanî; Lêborîngerbin û ne tundru bin

22/8/2018

Qubad Talebanî peyama xwe ya cejna qurbanê weşand ku têde xwest ku lêborîngerbin û ne tundru bin.

Cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bi boneya helkefta Cejna Qurbana pêroz peyameke pîrozbahiyê arasteya tevahiya gelê kurd û Mislimanan kir.

Talebanî di peyama xwe ya pîrozbahiyê de germtirîn pîrozbahiyên xwe  arasteya gelê kurd û cîhana misliman kir û amaje bi canfedayên axa welat jî kir ku di vê roja cejna pîroz de, em wan parêzvanên ku xwîna xwe ji bo ku kevrê bingehîn ya civakeke aram û hêmin ku tê de lêborîn hebe û dûrbin ji tundrewbûnê û du rûtiyê ûta ko pêşerojeke bi rûmet ji bo giştî bête holê

Qubad Talebanî serdana malbenda Germiyanê kir
26/8/2018

Qubad Talebanî serdana devera Germiyanê û malbenda Germiyanê kir.

Cîgirê serokê hikûmerta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di serdana xwe ya Germiyanê, serdana malbenda YNKê ya Germiyanê jî kir.

Îro roja yekşemê 26-8-2018`an, cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana devera Germiyanê kir, her di wê serdanê de jî, serê li malbenda Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ya Germiyanê xist.

Her weha ji aliyê berpirsê rêvebiriya Germiyanê  û berpirsê malbenda Germiyanê ve hat pêşwazîkirin. Her weha piştî ku serdana xwe ya devera Germiyanê bi dawî kir, serdana malbenda YNKê jî kir û ji aliyê berpirsê malbendê ve hat pêşwazî kirn.

Bi vîdo Qubad Talebanî li navçeya Soran e

1/5/2018


Bi vîdo Qubad Talebanî li navçeya Soran e û cemwerê YNK`ê bibînin.

Bi gihîştina cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, pêşwaziyeke pir mezin û bi hêz ji aliyê cemewerê xelkê navçeya Soranê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve pêkhat û piştgiriyên xwe ji bo lîsteya 162 ya YNK`ê dubat kirin.

Hûn dikarin bi riya vîdo, dema gihîştina cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bibînin ku çawa ji aliyê xelkê devera Soranê ve hate pêşwazîkirin û gotareke pir girîng ji bo piştîvaniya lîsteya 162 arasteya xelkê wê deverê kir.

Qubad Talebanî projeya xizmekariyê pêşkêş kir
28/8/2018

Qubad Talebanî di merasîmekê de, projeya xizmekariyê pêşkêş kir.

Li bajarê Hewlêrê cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, ji bo xizmetkirina berferehtir ji welatiyan re, dest bi projeya xizmetkirinê kir.
Îro roja sêşemê 28-8-2018`an li bajarê Hewlêrê merasîma projeya xizmetkirina wealtiyan ji aliyê cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ve birêve çû.

Di wê merasêmê de, cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di barê sûdmendiya welatiyên Herêma Kurdistanê ji wê projeyê, da zanîn ku ew projeya wê di xizmeta gel de be û wê saziyên hikûmeta Herêma Kurdistanê ji rûtînetê rizgar bike û wê nêzîketiyên hikûmetê ji welatiyan re û çawaniya xizmetkirina ji wan re bi awayekî dirûst pêşkêş bike.

Qubad Talebanî serdana Sedemê kir

7/8/2018 

Li bajarê Silêmaniyê Qubad Talebanî serdana dezgeha Sedemê ya weşan û çapê kir.

Di dirêjahiya serdana xwe ya sazî û cihên xizmetgûzarî û cihên girîng, îro roja sêşemê 7-8-2018`an li bajarê Silêmaniyê, cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî serdana saziya Serdem ê ya weşan û çapê kir.

Di serdana xwe de, Qubad Talebanî destxweşî û spasiya rêvebir û karmendên saziya Serdemê ya weşan û çapê di biwarê ziman û wêjeya kurdî kir.

Hêjayî gotinê ye ku ev yek di demekê de ye ku duh roja duşemê 6-8-2018`an cîgirê serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana rêvebiriya giştî ya Rewşenbîriya Silêmaniyê kirbş û li gel karmend û rêvebirên wê civiya bû.


Qubad Talebanî serdana birîndarên ceng kir

30/9/2015  

Îro li Hewlêrê Qubad Talebanî serdana birîndarên cenga li dijî terorê  kir.

Îro roja çarşemê 30-9-2015`an , cîgirê serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê serdana pêşmergeyên birîndar 

yên ku di şerê li dijî terorê de birîndar bibûn kir.

Di serdana Talebanî bo nexweşxanya pêşmergeyên birîndar ku bi hevrêtiya wezîrê tenduristiya Herêma Kurdistanê Dr. Rêkewt Heme Reşîd rewşa pêşmergeyên birîndar bi ser kir û moral da wan û amadekariyên ji bo xizmetguzariyên tenduristî ji wan re anî ser ziman ku pêwîsate bi baştirîn rêk çareserkirina birîndar bikin.

Talebanî serdana malbenda 4 ya Duhokê kir
29/8/2018

Qubad Talebanî serdana malbenda 4 ya parêzgeha Duhokê kir.

Di çarçoveya serdanên xwe ên Duhokê de, Îro roja çarşemê 29-8-2018`an, Cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî serdana malbenda 4 ya Yekîtiya Nîştimanê ya Kurdistanê kir.

Her weha Qubad Talebanî li gel kadroyên YNKê ên ser bi malnenda 4 civiya û di heman demê de jî, serdana malbatên pakrewanan jî kir û li gel malbatên wan civîn kir û gotûbêj û şirove li ser rewşa wan û pêdewîstiyên wan kir.

 Qubad Talebanî serxweşî li malbata Şêx Bayîz kir

21/6/2018  
Qubad Talebanî serxweşî li malbata Şêx Bayîz Talebanî kir.
Îro roja pêncşemê 21-2018`an, ji ber nexweşiyê, wezîrê berê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şêx Bayîîs Talebanî koça dawî kir.

Bi wê boneyê cîgirê serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî peyameke serxweşiyê arasteya malbata nemir Şêx Bayîz Talebanî kir.
Di wê peyamê de, cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî xemgîniya xwe ji bo koça dawî ya wezîrê berê ya darayî li Herêma Kurdistanê Şêx Bayîz Talebanî anî ser ziman û ji bo tevahiya malbatê serxweş xwest.

Qubad Talebanî xwendina bilind girîng nirxand
29/5/2018

Cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kursdistanê Qubad Talebanî xwendina bilind pir bi girîng nirxand.

Îro roja sêşemê 29-5-2018`an, Cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurditanê Qubad Talebanî hevdîtinek li gel wezîrê xwendina bilind yê hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Yusif Goran kir û derbarê girîngiya xwendina bilind û rola wê di jiyanê de gotûbêj kirin.

Di destpêka wê hevdîtina du qolî de, cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî dazanîn ku ew kar û xebatên ku di warên çalekiyên cur bi cur ên di warê wezareta xwendina biliond û rola wê de, aşkire kir ku ew karên girîng û çaksaziya ku wezarteta xwendina bilind pî rabûye, gelek girîng û cihê rêz û pêzanînê ye.

Qubad Talebanî pîrozî li komeleya Xwendekarên Kurdistanê kir
26/4/2015

Cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bi peyamekê 39 salvegera damezrandina komeleya Xwendekarên Kurdistanê li sekreter û endamên komeleyê pîroz kir.

Qubad Talebanî di peyama xwe da xuya kirin ku komeleya Xwedekarên Kurdistanê  di tekoşîn û xebata rizgarîxwaz a tevgera azadîxwaz a gelê Kurd de çi li bajaran be yan çiyan be xwedî rol û mêjûyeke mezine.

Her wiha diyar kir ku Komeleya xwendekarên Kurdistanê herdem bergirî li mafên xwendekaran kir û ji bo asta xwendekariyê bête pêşxistin herdem pêşeng bû.

Di dawî de cîgirê serokê hikûmetê da xuya kirin ku ew hêvîdare komeleya xwedenkaran her berdewam di pêşketinê de û di vê qonaxê de ji xebata  niştimanî p netewî weku herdem hevkar be.


Nîme Narîman serdana Qubad Talebanî kir

29/3/2016

Zaroka rexneger ya bi navê Nîme Narîman serdana Qubad Talebanî kir.

Zaroka biçûk a kurd bi navê Nîme Narîman ku wek rexnegereke biçûk, ku piraniya dîmenên wê rexne li siyasetvan û berpirsên hizbî û hikûmî digre û bi taybet li serokê hikûmet û cîgirê wî, li ser daxwaza cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê rêzdar Qubad Talebanî serdana wî kir.

Her weha Nîme ev demeke bûye palawana nav rûpelên veghîştina torên civakî û malperan, ji ber zîrekî di şêwaza stran û gotinên xwe yên rexneger ku rewşa hikûmet û gel bi hev dide nasandin û rexneyên bêhtir li hikûmetê dike.

Nîme piştî ku serdana nûsîngeha cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî kir ragihand ku ew bi qasî yek  demjimêrê bihev re axifîne û li ser rewşa gel ya heyî û aloziyên ku di van demên dawiyê de derketine kirin.

Li gorî Nîme ku Qubad Talebanî soza alîkarî û cibe cihkirina daxwazên wê da ku wê di demên pêş de li ser rawestin û bi cî bînin. Û ji Nîme xwestiye ku rojekê serdana avahiya Encûmena wezîran li Hewlêrê bike û li cihê wî wek cîgirê serokwezîr rojekê kar bike.

Nîme dibêje ez gelek kêfxweş bûm bi pêşwaziya cîgirê serokwezîr li zarokeke wek min biçûk û guhdarî min kir û soza çareserkirina alozî û pirsgirêkan daye û bi min.

Talebanî; Piştîvaniya malbanda Koyê kir
1/8/2018

Qubad Talebanî li bajarê Koyê Piştîvaniya xwe ji bo malbanda Koyê dubat kir.

Îro roja çarşemê 1-8-2018`an li bajarê Koyê, cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdisrtanê Qubad Talebanî serdana malbenda Koyê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê kir.

Her weha hate zanîn ku ew serdana malbendê ji bo pîrozkirina postê berpirsê malbenda Koyê ya nû Borhan Seîd Sofî bû ku di demê dawiyê de, wek berpirsê malbenda Koyê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê hatiye destnîşankirin.

Di wê serdana xwe ya ji bo malbande Koyêm serokê lîsteya YNKê ji bo hilbijartinên parlemana Kurdistanê Qubad Talebanî, piştgiriya xwe ji bo kar û xebatên malbanda Koyê dupat kir
.

Qubad Talebanî roja Alaya Kurdistan pîroz kir
17/12/2014

Qubad Talebanî bi helkefta salroja Alaya Kurdistan, pîrozbahî li xelkê Kurd Kurdistanê kir.

Bi helkefta salroja Alaya Kurdistanê, cîgirê serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, pîrozbahî li tevayî xelkê Kurdistan kir.

Di belavokeke xwe de, bi hatina salroja Alaya Kurdistan, cîgirê serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî, pîroz bahiyên xwe yên gerim li tevahiya xelkê Kurdistanê kir û got: Ji ber roja Alaya Kurdistanê, ez pîrozbahiyê arasteya xwîşk û birayên min yên kurd li her şûnekî bin  dikim.

Her di wê weşanê de hatiye ku roja Alaya Kurdistanê, wê giranbuha bê ragirtin û pîroz kirin û wê Alaya Kurdistan herdem bilindtir bimîne û silav li pêşmergeyên qehremanên gelê Kurd û Kurdistan dikim û silav li giyanpakiya şehîd û nemirên serbilind yên riya azadiya Kurdistanê dikim.

Talebanî; Piştîvaniya malbanda Koyê kir
1/8/2018

Qubad Talebanî li bajarê Koyê Piştîvaniya xwe ji bo malbanda Koyê dubat kir.

Îro roja çarşemê 1-8-2018`an li bajarê Koyê, cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdisrtanê Qubad Talebanî serdana malbenda Koyê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê kir.

Her weha hate zanîn ku ew serdana malbendê ji bo pîrozkirina postê berpirsê malbenda Koyê ya nû Borhan Seîd Sofî bû ku di demê dawiyê de, wek berpirsê malbenda Koyê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê hatiye destnîşankirin.

Di wê serdana xwe ya ji bo malbande Koyêm serokê lîsteya YNKê ji bo hilbijartinên parlemana Kurdistanê Qubad Talebanî, piştgiriya xwe ji bo kar û xebatên malbanda Koyê dupat kir .


Qubad Talebanî tevî Cîgira Serokê Parlemana Almaniya civiya

 4-2-2016


Qubad Talebanî tevî Claudia Roth cîgira Serokê Perlemana Almaniya

Cîgirê Serokwezîrê Herêma KurdiastanêQubad Talebanî li hevdîtinekê tevî Claudia Roth cîgira Serokê Perlemana Almaniya û şandeka pêre amaje bi hewlên Hikûmetê ji bo çawanya çareser kirina qeyrana daraiya Herêmê kir ku li dawîn civîna Encumena Wezîran hijmarek biryarên giring bo vê yekê hatinedan ji bo dirust kirina hevsengî navbera dahat û xercî û çareser kirina pirsgrêkên aborî,bi taybetî pirsa sektorê pêtrolê û dahataê wê.

Claudia Roth amaje bi vê yekê da ku pêwîste welatên cîhanê  alîkarya Hikûmeta Herêmê û pştîvanya gelê kurd bikin,  ji ber ku niha Pêşmerge û Kurd rasterast dijî mezntrîn dujminê cîhanê di şer dane. Her wiha got berî niha Qubad Talebanî bi ronî behsê metirsya qeyrana darayî kiribû û b eşkire daxwaza yarmetiyê ji welatan kiribû.

Li hevdîtina ku Sefîn Dizeyî Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdar bibû,Talebanî sipasiya piştîvaniya serbazî û mroviya Almaniya kir û ragihand niha pitir ji milyonek û 800 hezar koçber û penaber li Herêma Kurdistanê hene,ku bargranyeka mezin e. lewma bi eşkere daxwaza alîkarya darayî li welatan dikin û di vê welatên dost bi kiryar piştîvanya xwe nîşan bidin.

Li dawyê jî her du aliyan pêdagrî li ser çareser kirina qeyranê û yekirîzya kurd û berçav girtina berjwendiyên nihayên Kurdistanê kirin

Qubad Talebanî:Şehîd sembola serkeftinên me û serfiraziyên me ne
31/7/2014
    

Cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di rojên cejina Remezana pîroz de serdana hejmarek ji malbatên şehîdan kir li Silêmaniyê.

Qubad Talebanî di serdanên xwe de êş û azarên kesûkarên şehîdên b rumet ên cane xwe kirin qurban û li bereyên şer li dijî terorê şer kirin parvekir û serê kes û karê şehîdan xweş kir.

Malbatên şehîdan ji aliyê xwe ve diyar kirin ku ew bi şehîdên xwe yên ji bi berevaniyê li xak û welat bikin jiyana xwe ji dest dan serbilindin û tekez li ser wê yekê kirin ku ew amadene bi xwe jî li bereyên şer berevaniyê li xaka welat bikin.

Qubad Talebanî di serdanên xwe de tekez li ser wê xalê kir ku;Şehîd sembola serkeftin û serfiraziyên me û hikûmeta Kurdistanê ne, her wiha da xuya kirin ku dê ew ji bo jiyaneke bi rumet ji bo malbatên şehîdan dabîn bike dê ji nêz ve rewşa malbatên şehîdan bi şopîne.

Qubad Talebanî: Nabê pêgeha DAIŞ li Êraqê bimîne
27/8/2014

Îro 27/8/2014 cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî pêşwazî li şandeka bilind a Birîtanya ku pêkhatibû li wezîrê pêwendiyên navdewletî Cestîn Girînîk û wezîrê karûbarê rojhilata naverast Tobayis Îk kir.

Di hevdîtinê de şanda mêvan ragihand ku Birîtanya hevkariyên mirovî zêde dike û rasterast li gel rêxistinên hikûmî û ne hikûmî yên Herêma kurdistanê re hemahengî dike û her weha hewl didin ku li gel neteweyên yekbuyî karên xwe çalaktir bikin.

Di beşek din ya hevdîtinê cîgirê serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand: Em weku hikûmeta herêma Kurdistanê her çende pirsgirêkên darayî jî hene lê me kariye bihawara penaberan ve biçin ku niha li herêma Kurdistanê ne.

Talebanî got. Nabê DAIŞ tu pêgeheke DAIŞ li Êraqê bimîne û jibo wê jî daxwaza hemahengiya zêdetir di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdadê de kir, hem di ware rûbirûbûna terorîstan û hem jî li gîhandina hevkariyên mirovî bo herêma Kurdistanê.

Polîtburoya YNK`ê Qubad Talebanî bo posta cîgirê serokê hikûmetê diyar kir

18/5/2014

Polîtburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di civîna xwe de ji bo posta cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî diyar kir.

Îro êvarê 18 / 5 / 2014`e bi serpereştiya cîgirê sekreterê giştê yê YNK`ê Kosret Resûl Elî polîtburoya YNK`ê li hev civiya û bi rêkeftina di navber hemû endaman de ji bo posta cîgirê serokê hikûmeta pêş li Herêma Kurdistanê Qubad Talenbanî hate diyar kirin.

Polîtburoya YNK`ê piştî biryar da û Qubad Talebanî ji bo posta cîgirê serokê hikûmetê Herêmê diyar kir, heman îro biryar gihand seroketiya Herêmê û encumena wezîran a Herêmê.

Qubad Talebanî :
Di sala 21 Tîmehê di sala 1977`an ji dayîk bûye, kurê duyem ê Serok Talebanî ye sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê.

Ji ber ku bavê wî ( Serok Mam Celal) rêberiya şoreşa nû dikir û yekser serpereştiya hêzên pêşmerge dikir di tekoşîna li dijî rêjîma dîktetor a Baas de, Qubad zaroketiya xwe li mala bapîrê xwe siyastmedarê jîr mamoste Îbrahîm Ehmed derbas kir, û bi vê yekê ji hasten Dê û Bav xwe bê par ma.

Xwendina xwe bi serfirazî bi dawî kir û ji zanîngeha "Kingston" a Birîtanya yê  bekalryosa endezyariya mîkanîkê bi dest xist.

Qubad Talebanî di sala 2000 de li Dewletên Yekbûyî yên Emêrîka alîkariyê Dr. Berhem Salihê bû, nûnerê YNK`ê li Emêrîka di wê demê de.

Di sala 2004 de bû nûnerê YNK`ê li Waşintonê.

Sala 2006 de bû berpirsê nûnertiya hikûmeta Herêma Kurdistanê li Emêrîka û erkên xwe yên diplomasî serkeftî bi cihanîn û cihê baweriya Herêma Kurdistanê bû.

Di kabîna heftemîn ahikûmeta Herêma Kurdistanê de bû bi serokê rêvebiriya fermangeha hemahengiyê  û roleke serkere di avakirina vê saziyê de lîst.

Her wiha Qubad Talebanî xwedî rolekî li pêş bû di bangeşeya hilbijartinan  ya YNK`ê de ku di 30 Nîsanê 2014`e birêve çûn.


PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket