Bob Woodward: Trump Fermana Kuştina Esad Da

kurdistani 12:38 PM - 2018-09-05
 Bob Woodward: Trump Fermana Kuştina Esad Da

Bob Woodward: Trump Fermana Kuştina Esad Da

Îdiayên kitêbeke nû ya ser Serokê Amerîka Donald Trump nîqaş çêkirin dan.

Rojnamevan Bob Woodward, di kitêba ser Trump de dîyar dike ku piştî îdiayên êrîşa kîmyayî ya Sûrîyê ya Nîsana 2017’an, Trump bi Wezîrê Berevanî Jim Mattis re axifîye û fermana kuştina Serokê Sûrîyê Beşar Esad daye.

Di kitêbê de tê îdia kirin ku Trump gotiye ku’’Em wî bikujin û di Sûrîyê kevin’’ û Mattis jî daye zanîn ku ewê demûdest dest bi hazirîyan bikin, lê piştre tenê êrîşên esmanî yên sînorkirî pêk hatine.

Di kitêbê de tê gotin ku Mattis di mijareke din de ser Trump gotiye ku ‘’Wek zarokên diçin pola 5’an, 6’an tevdigere’’ Donald Trump ji malpera Daily Caller re ser kitêbê got ku ‘’Tenê kitêbeke xirab e’’

Berdevka Qesra Sipî Sarah Sandar jî dîyar kir ku îdiayên di kitêbê de derew in. Bob Woodward berê jî li ser heşt serokên Amerîka kitêb nivîsîbûn. Di kitêba bi navê ‘’Tirs: Trump li Qesra Sipî’’ tê îdia kirin ku jiber fikarên ewlekarîyê li Qesra Sipî ji pêş Trump belge hatine dizîn.


Kitêba ser Woodwart dê di 11’ê Îlonê de derkeve firotanê, lê hin beşên wê di Washington Postê de hatin weşandin. Di kitêbê de tê îdia kirin ku Sekreterê Giştî yê Qesra Sipî John F. Kelly bo Trump gotiye ku ‘’Ew bêfehmek e’’

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket