Li Amerîka Dîsa Êrîşeke Çekdarî, 10 Birîndar Hene

kurdistani 03:19 PM - 2018-09-03
Li Amerîka Dîsa Êrîşeke Çekdarî, 10 Birîndar Hene

Li Amerîka Dîsa Êrîşeke Çekdarî, 10 Birîndar Hene

Karbidestên Amerîkî radigihînin ku di êrîşeke çekdarî de, zarok jî di nav de, 10 kes derengîya şeva Yekşemê li bajarê San Bernardino ya Kalîfornîya hatin birîndar kirin.

Berdevkê polîsên San Bernardino Richard Lawhead da zanîn ku rewşa 3 birîndaran pir giran e.

Lawhead herwiha dîyar kir ku di dema êrîşê de rûniştvanên avahîyê li derve, li cîhekî hevbeş civîbûn û lîstokan dilîstin.

Berpirsê polîsan got ku heta niha di destê wan de agahî tune ku êrîş ji hêla kê ve û jiber çi sedemê hatiye kirin û wan li cîhê bûyerê ti çek jî peyda nekirine.

Hêjayî balkişandinê ye ku di 26’ê Tebaxê de jî êrîşvanekî çekdar di kêbirkeyeke lîstinên vîdyoyî de, li bajarê Jacksonville ya Florida, teqe li 9 kesan kiribû û 2 ji rikeberên xwe kuştibûn.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket