Li Kongoyê ji ber şewba Ebolayê 47 kes mirin

kurdistani 01:33 PM - 2018-09-02
Li Kongoyê ji ber şewba Ebolayê 47 kes mirin

Li Kongoyê ji ber şewba Ebolayê 47 kes mirin

Li Komara Demokratîk a Kongoyê, ji ber şewba Ebolayê ku meha Tîrmehê dest pê kir, 47 kes mirin.
Li eyaleta Kîvû ya Bakur a Kongoyê, eşkere bû ku 88 kes bi vîrûsa Ebola ketine. Piştî ku 3 kesên din ji ber vê nexweşiyê mirin, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 47.

Wekî din, ji 8'ê Tebaxê ve li herêmê derzî li 5 hezar û 150 kesî hate xistin, ji bo bi vê nexweşiyê nekevin. Ev kampanya hîn jî dewam dike.

Şewba Ebola ya beriya niha li Kongo rû da, li eyaleta Ekvatorê der bûbû ku bi 2 hezar û 500 kîlometreyî dûrî eyaleta Kîvû ya Bakur e.

Ebola cara yekê sala 1976'an li Kongoyê derkete holê. Kanûna 2013'an li rojavayê Afrîkayê ji nû ve rû dabû. Şewba Ebola ji sala 2014'an heta 2017'an li Gîne, Lîberya û Sîerra Leone belav bûbû û nêzî 30 hezar kes pê ketibûn. 11 hezar kes jî miribûn.

PUKmedia /ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket