Şam: Li balafirgeha Mez ê ya Leşker î teqîn pêkhat

kurdistani 12:01 PM - 2018-09-02
Şam: Li balafirgeha Mez ê ya Leşker î teqîn pêkhat

Şam: Li balafirgeha Mez ê ya Leşker î teqîn pêkhat

Li gor ragihandina hinek jêderên ji Sûriyê ku îro Yekşem ê 2-9-2018`an,li nêzîkî balafirgeha Şam ê teqînek çêbû divê ku êrîşeke Îsraîlî be.

Lê Hikûmeta Sûriyê vê yek ê înkar dike û dibêje teqîn a ku li balafirgeha Mez ê a leşkerî ne ji ber êrîşa Îsraîlî ye lê ji ber bihevgirtina kereb ê cebilxaneyeke çekan teqiya.

Ji aliyeke din ve AFP ji Rewengeha Sûr ê ya Mafên Mirovan ragihand ku guman heye ku Îsraîl ê moşek ji Culan ê avêtibe balafirgeha Mez ê ya Leşkerî ,destnîşan hat kirin ku di balafirgeh ê de Muxabaratên Ezmanî yên Sûriyê hatine bicih kirin.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket