Şêrîn Ebdo; Min nizanî bû

kurdistani 01:16 PM - 2018-08-28
Şêrîn Ebdo; Min nizanî bû

Şêrîn Ebdo; Min nizanî bû

Min nizanî bû ku
Bi ramûsankên şevê re
Ezê ji ser lêvên berbangê bişemitim
Weke xunavêkê
Ku şîlanekê bi xwe ve daleqandî
Ezê bi ser rûyê Buharê de biherkim

Erê ......ez bûm ...
Şevê ez bi xwe ve girêdabûm
gav bi gav
Li nav kêliyên xewnê digerandim

Bi kurtepistan
me guhên sibehê
Germik dikirin
Lê dîsan jî ، min nizanî bû
Ku vedenga gorpînan wê li nav hewaran
Guhên vîna te di ker de vejînin..!!
Belkî siha te ez xapandibûm
Ango tu bi xwe bû !!

Lê ....min zanî bû
Ku dûriya te wê stiwê min dorpêç bike
Çûyînê jî di gewriya min de
Dîl û haaaar bike
Pir caran
henaseyên di sîngê min de
Besî kişandina keseran nakin
Gelek caran
gîsoyan hewil didan
Ku ji nav tiliyên şeydaya te rizgar bibin

Lê ....
Ez çi bikim ...?
Min nizanî bû
Ku lerzandina lêvên birîna te
piştî baranbarînê wê ji hulima xakê
Hêmeniya xwe binoşin
Û gewdê vegerê bi maçine koçber bixemlînin

Helbest; Şêrîn Ebdo

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket