Civîna bilind a YNK-GORANê dest pê kir
kurdistani 06:35 PM - 2018-08-27Civîna bilind a YNK-GORANê dest pê kir
Careke din hevdîtin û serdanên Tevgera Goran û YNKê dest pê dike.
Şandeya YNKê ku demeke ji hevdîtinên du qolî hatibû rawestandin, îro careke din serdana Makoya sereke ya Tevgera Goranê li Girê Zergete ya bajarê Silêmaniyê kir û di wê serdanê de, taca gulan li ser mezarê nemir Newşîrwan Mistefa danî.
Her weha endamên ku di wê şandeya bilind ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de serdana Makoya serekî Tevgera Goranê kirine ev in; Bafil Talebanî, Rizgar Elî, Hakim Qadir Hema Can, Mehmûd Sangawî û Rifet Abdulah bûn.
Îro roja duşemê 27-8-2018`an li bajarê Silêmaniyê Şandeya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ku taybet bi hevdîtinên li gel Tevgera Goranê ku demeke ji ber aloziyên ku di dema hilbijartinên Encûmena Nûneran ya Êraqê ji hevdîtinên du qolî hatibû rawestandin, îro careke din şandeya bilind ya YNKê serdana Makoya sereke ya Tevgera Goranê li Girê Zergete ya bajarê Silêmaniyê kir û di wê serdanê de, taca gulan li ser mezarê nemir Newşîrwan Mistefa danî.
Her weha şandeya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ku bi serokatiya Rizgar Elî bû, ji aliyê kordînasyona giştî ya Tevgera Goranê Omerê Seyd Elî ve bi awayekî pir gerim û watedar hat pêşwazîkirin.
Rizgar Elî ragihand ku YNKê û GORAN di bingeha xwe de her duk xwendekarên yek dibistanê ne û bi hev re perwerdebûne.
Elî aşkire kir ku raste niha her du alî wek du partiyên cuda dixebitin, lê her du alî jî ji bo berjewendiyên Kurdistan û pêşeroja wê tekoşînê dikin.
Ji aliyê xwe ve jî Rauf Osman endamê şandeya GORANê ji bo wê serdanê û civîna du qolî ya YNK û GORANê ragihand ku Em li gel yekrêziya mala kurd in hem li Kurdistan û hem jî li Bexdadê li ser bingeha nîştimanî û neteweyî ye.
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23 -
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Hewlêrê dike
10:48 PM - 2024-04-22
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 02:16 PM - 2024-04-24 Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
04:52 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 05:11 PM - 2024-04-23 -
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
Kurdistan 09:45 AM - 2024-04-24 -
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
Kurdistan 01:51 PM - 2024-04-24 -
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
Kurdistan 04:52 PM - 2024-04-23 -
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
Kurdistan 02:16 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
Kurdistan 07:47 PM - 2024-04-23