Jibo Zarokên Efrînî yên Penaber Çalakîyeke Hunerî Hat Darxistin

kurdistani 03:44 PM - 2018-08-27
Jibo Zarokên Efrînî yên Penaber Çalakîyeke Hunerî Hat Darxistin

Jibo Zarokên Efrînî yên Penaber Çalakîyeke Hunerî Hat Darxistin

Bi boneya cejna qurbanê Heyva Sor ya Kurd û Komîteya Piştgirîya Derûnî çalakîyeke hunerî ji zarokên Efrînî yên li kampên penaberî yên Şehba, li dar xist.

Ev çalakî bi armanca dûrxistina zarokan ji bîranînên şer û rewşa kambax ya derbiderbûnê pêk hat û herwiha xwest ku di roja eydê de şahî têxe dilê zarokan.

Endama Komîteya Piştgirîya Derûnî, Hêvîn Şamîyo got ku zarokên Efrînî niha ji malên xwe dûr in û ew jî bandor li derûnîya wan kiriye.

“Em hewil didin ku alîkarîya wan bikin da ku ji tengazî û şer û jîyana penaberî li zarokên xwe sivik bikin”.

Di çalakîyê de mûzîk, stran, govend û şano hatin pêşandan, herwiha her du şêwekar Henîf Hemo û Erdelan Îbrahîm bi rengên xwe zarok şa kirin.

Zarokên penaber bi coş tevlî çalakîya hunerî bûn û kêfxweşîya xwe anîn ziman.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku bi deh hezaran zarokên Efrînê tevî malbatên xwe li herêmê Şehba dimînin, piştî ku Tirkîyê û komên îslamî dest danîn ser Efrînê.

  Newroz Reşo

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket