Her tişt ji bo Efrînê

kurdistani 06:03 PM - 2018-08-26
Hozan Efrînî-Her tişt ji bo Efrînê

Hozan Efrînî-Her tişt ji bo Efrînê

Xwepêşandana piştgiriya Efrînê ya Birûksilê erênî bû, û her tişt ji bo Efrînê cihê rêz û pêzanînê ye.

Ez wek rojnamevanekî Efrînî, ji dil destxweşî li wan kesên ku ew xwepêşandan ber bi riya rast ve birin û nehîştin ku hinek kesên ku dixwestin li gor hinek ecnîdeyan badin û bikin riya ne rast.

Xwepêşandana 25-8-2018`an li Birûksilê, wek agahiyeke we bû ku ew kes û aliyên navneteweyî ên ku guhên xwe û çavên xwe ji binpêkirinên li dijî maf û azadiyên Efrîniyan li herêma Efrînê pêktînin girtine û bêdengin, ew tev ji xewê dane şiyarkirin ku êdî xelkên Efrînê wê dagîrkirin û neheqiyê li ser xwe nepejirîne.

Lê mixabin hinekan jî xwestin wek berê tenê bi ragiahndina kilasîkî û bi berdeya Alaya kurdî, xwepêşandanê ji rastiya Efrînê dûr bixin, ev yek bi armanca tenê derxistina hinek ecnîdeyan bû.

Lê gelek spas ji hin kesên dadmend û zane û xebatkar re ku rola wan di rêkxistinê de hebûn û ew kes bê alî bûn, ji ber wê yekê, ew xwepêşandan li gor ecnîdeyên partîtiyan nebû.

Lê dîsan cihê rexneyê ye ku wêneyên binpêkirinê û kuştin û destdirêjiya ku li Efrînê tên kirin, dernexistin holê û nexwestin ku çetan û artêşa Tirk bi belgeyan şermezar bikin, ev yek, ji aliyê hinek wan kesên ku min li jor amaje pê kir ku dixwastin her tişûtî li gorî ecnîdeyan rêkbixin.

Pêwîst bû, wêneyên zarok û malên têkçûyî û şewtandina daristanan û jîngehê ji alayên kurdî bêhtir bûna. Yek alayê mezin bese, ewê din pêwîstbû tevahiya wêneyên ji hundirê Efrînê bûna.

Pîwîst bû her mirovekî li wê xwepêşandanê, wênek bi dest de ba. Lê mixabin, wek hate diyarkirin, şermbûnek an jî tirsek hebû.
Lê dîsan ez her çalakiyekî ji bo Efrînê pir bilind dinirxînim.

Hozan Efrîn Efrînî
26-8-2018



















zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket