HRW: Di Nav Kesên Daişê Li Swêda Revandî de 16 Zarok in

kurdistani 04:23 PM - 2018-08-25
HRW: Di Nav Kesên Daişê Li Swêda Revandî de 16 Zarok in

HRW: Di Nav Kesên Daişê Li Swêda Revandî de 16 Zarok in

Rêxistina Human Rigfhts Watch (HRW) dibêje herî kêm 16 zarok di nav wan 30 kesan de ne ku Daişê meha borî ew li parêzgeha Swêda ya Sûrî revandibûn.

HRW îro Şemiyê got gurûpa tundrew girtiyan di guftûgoyên li gel Rûsya û hikûmeta Sûrî bikar tîne û bikaranîna wan “gunehkariyeke şer e."

Hikûmeta Sûriyê li parêzgeha Swêda û navçeyên derdora Dîmeşqa paytext êrîşan li dijî gurûpê birêve dibe, di demekê de ku kesûnasên girtiyan komîteka guftûgoyan ji bo azadkirina wan avakirine .

Tê zanîn, gurûpa Daişê di 25ê Tîrmehê de êrîşên xwekujî pêkanîn û bêhtirî 30 kesî revandin. Gurûpê piştre gêncek ji wan kuşt û jinek di girtîgeha wan de mir. HRW got du jinan karibûn ji nav destê Daiş birevin.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket