Bila serê malbata Hec Ebdo xweş be

kurdistani 02:23 PM - 2018-08-24
Hozan Efrînî; Bila serê malbata Hec Ebdo xweş be

Hozan Efrînî; Bila serê malbata Hec Ebdo xweş be

Piştî dagîrkirina Efrîna me ya ku ji roja 18/3/2018’an vê ji aliyê Tirk û Erebên Îslamger û bi hevkariya Rûsan vê pêkhatiye, Efrînî li her cihekê welat an jî cîhanê bin, Jiyan ji wan re bû ye jehir û bê wate û kok ji rastiyê xwe derketiye û mirov dikare bibêje kok nema ye.

Dema ku Efrînî di kar û xebatên xwe de serkevtî dibin, an ji nêz an jî ji dûr ve dibin armaca nehez û neyaran, an qedera reş û bêbext, her wek tê zanîn ku ev jî yek ji qedera Efrîniyan e ku kli ser navên wan wiha hatiye nivîs..

Di herêma Efrînê de, bi sedan kesayetiyên ronakbîr û rewşenbîrên mezin û navdar û xwedî tiwane û bawernameyên diktora di biwarên cuda cuda de hene ku heya dîroka  20/9/2017 hejmara wan kesayetiyên Efrînî ku bawernameyên diktora bi destxistine 95 kes in, her weha bi hezaran şoreşger û xebatkar û tekoşerên xwe hene û yekemîn mamosteya jin jî di tevahiya Rojavayê Kurdistan û bakurê Sûriyê de, ji gundê Tilfê ya Efrînê bû bi nave mamoste Necah Silêman hevjîna ramyarvanê kurd ê dêrîn û parêzer Şewket Nesan dayîka Diktor Ferhad Nesan e.

Her weha ku tenê di gundê Tilifê ya ser bi Herêma Efrînê, wek nimûne ji xwendevanên gotara xwe re pêşkêş dikim ku ew gund yekeke ji wan gundên herî berhemdar ji aliyê rewşenbîr û welatparêz ku mora xwe li dîrokê dane, her  wek tê çêrêkirin ku 19 kes berwanameya bijîşkî bi destxistine û 8 kesan jî berwanameya dermansaziyê bi destxistine, ligel 14 kesan jî ku berwanameya endezyariyê bi destxistine.

Li gel wê yekê jî, hejmarek ramyarvan û reşwnbîr û kesayetiyên mezin wek nemir Mehmûd Şewket Nasan ku yekek bû ji damezrênerên yekemîn partiya kurdî (Partiya Demokrata Kurdistanê) li Rojavayê Kurdistanê ku nemir di nava koma yekê de bû ya ku di roja14 pûşpera 1957an de, bi serokatiya nemir Apê Osman Sebrî , nemir Mihemed Elî Xoca, nemir Hemze Niwêran, nemir Reşîd Hemo, Dr. Xelîl Mihemed Ebdula,  û mamoste Ebdilhemîd Derwêş.

Efrîn, warê gelê Kurd e ku hejmara kurdan tê de bi qasî 96 ji sedî ye li gorî daxuyaniya wezareta navxweyî ya Kenton’s Efrînê, ev yek we dihêle ku êdî neyarên gelê Kurd Efrîn û Efrîniyan bikin armancên xwe ên têkder.

Lê mixabin heya ku Efrînî ji neyaran jî dûr bin her rastî qedera Reş û bêbext tên ku di vê meha tebaxê de, rewşenbîrekî me yê gundê Kefirsefrayê, diktor Ciwan Hac Abdo pismamê diktor Abdoulhanan Hajabdo ku li welatê Ukraniyayê ji nîşkave koça dawî kir, wek derbarê wî nemirî de tê gotin ku ciwanekî rewşenbîr û lézan û pir pak û bi lîmet bû, xwediyê têgeha komkirin û peydakirina zanist û zanystiyên xizmethûzariya mirovî bû.

Mixabin nûçeya koça dawî ya wî ciwanî em tev xemgîn kirin, lê piştî xemgîniya dagîrkirina Efrînê bûyer li dû buyaran bi serê Efrîna de tên.

Bila serê gelê Kurd û tevahiya malbata Hac Ebdo li gundê Kefirsefrê sax be û dilovaniya Xwedê lê be û cihê xwe beheştaberîn bê..

Hozan Efrîn Efrînî

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket