Hezkirina Futbolê di Nav Jinên Rojava de Zêde Dibe

kurdistani 01:23 PM - 2018-08-24
 Hezkirina Futbolê di Nav Jinên Rojava de Zêde Dibe

Hezkirina Futbolê di Nav Jinên Rojava de Zêde Dibe

Li Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê di dema dawî de lîstikên spore, bi taybetî futbol di nav jinan de pir belav bûye.

Li Kantona Cizîrê 8 tîmên futbolê yên jinan hene û 5 ji wan bi fermî di lîga Desteya Ciwan û Sporê de dilîzin.

Birahîm Elî, serokê komîteya futbolê ya jinan ya Cizîrê dibêje ku tevî ku Sûrîye devereke şer e, spora jinan bi pêş dikeve.

Elî dide zanîn ku piştgirîya rêvebirî bo her 5 tîman heye û mesrefa wan û pêdivîyên tîman ji alîyê Desteya Ciwan û Sporê ve tê peyda kirin.

​Berpirsa ofîsa spore ya jinan, Tolîn Mûsa dibêje ku hezkirina futbolê di nav jinên herêmê de nû ye û di nav nifşa nû de zû belav dibe.

​Futbolîsta tîma Qamişlo Emşa Mihemed ku 13 salî ye, dibêje ku xwesteka wê bi cîh hat dema malbata wê destûra lîstina futbolê dan wê.

Hêjayî balkişandinê ye ku piranîya temena jinên sporvan yên Cizîrê ji 18 salî biçûktir in û wiha xuya ye ku ew hezkirin di demên pêş de befirehtir be.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket