Şanda Hawarê serdana mezara Mam Celal kir

kurdistani 10:20 AM - 2018-08-22
Şanda Hawarê serdana mezara Mam Celal kir

Şanda Hawarê serdana mezara Mam Celal kir

Hawerê jî serdana mezarê serokê nemir Mam Celal kir.

Şanda Rêxistina Hawar a Parastina Zarokên Efrînê bi boneya cejna Qurbanê serdana mezara serok Mam Celal kir.

Piştî serdana şandeya Rêxistina Hawarê bi navê Hawar û xelkên Efrînê nivîsek ji aliyê serokê Rêxistina Hawarê Hozan Efrînî ve di defterê bîranînên mêvanên ku serdana mezarê dikin de nivîsî ku tê de, serok Mamm Celal wek sembola dîplomatîkvanê doza kurdî û endazyarê siyaseta rast ku piraniya jiyana xwe terxankiribû ji bo parastina rastiya doza gelê kurd û Kurdistanê.

Di wê nivîsê de, Efrînî amaje bi rola serok Mam Celal di piştgiriya Rojavayê Kurdistanê de û parçeyên din ên Kurdistanê pir bilind nirxand ku serok Mam Celal herdem wek serok û rêberekî neteweyî gelê kurd û Kurdistanê dihate naskirin.

Hêjayî gotinê ye ku şandeya Rêxistina Hawar a Parastina Zarokên Efrînê pêkhatibû ji her yek; Hozan Efrînî, Elî Şahîn, Reşîd Sîdo, Rêzan Berkaşê û Rêzan Murşid.

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket