Cejna Peyman`ê hat pîroz kirin

kurdistani 01:05 PM - 2018-08-19
Cejna Peyman li Qesin Qapanê

Cejna Peyman li Qesin Qapanê

Li perestgeha navendî û dîrokî ya herî mezin a Zerdeştiyan li Qesin Qapan ya devera Çemê Rezan a ser bi Silêmaniyê, bi beşdarbûna kurdên her çar aliyên Kurdistanê, merasîma pîrozkirina cejna Peyman`ê bi rêve çû.

Doh roja şemiyê 18-8-2018`an li Qesin Qapan ya ser bi Çemê Rezan li parêzgeha Silêmaniyê, bi beşdarbûna kurdên her çar aliyên Kurdistanê û pêkhatên din ên lim Kurdistasn û lîjneya pêkvajiyan û hejmarek ji berpirsên hizbî û olî û rêxistinên sivîl, ahenga pîrozkiorina cejna ((Peyman))`ê birêve çû.

Di wê barê de, Pîr Luqman reberê encûmena pîran ya Zerdeştiyên Kurdistanê ji PUKmedia`yê re ragihand ku ev roj girîngiyeke xwe taybet li cem gelê kurd û Kurdsitanê heye ku heman roja ku mêrxwesê kurd Diyako soz û peymana xwe tê de da ku wê ax û av û jîngeha welatê rojê biparêze, em jî bi heman awayî dixwazin rêbaz û felsefe û helwestnameya wî di warên jiyanê de berdewam bikin û bi awayekî berfereh wê xebata pîroz di hemû qadan de buikin bi felsefeya jiyanê.

Pîr Luqman amaje bi wê yekê kir ku ew ê hewil bidin li ser parastina axa Kurdistanê û wê ji Efrînê heya Îlamî û hemû nexşeya Kurdistanê bikin bi cîgeha parastina rastiya Zerdeştî û xwedîderketina li têgeha mirovahiyê bi giştîû wî li gel serokê rêkxistina Hawar a Parastina Zarokên Efrînê Hozan Efrînî gotûbê kiriye û agahdarî wî kiriye ku wê mijara binopêkirina ku li herêma Efrînê pêktên di Kongireya Aştî ya Cîahanî bo Olan de bîne rojevê û wê bi tundî şermezar bikin û piştîvaniya li xelkên Efrînê bikin.

Her weha serokê şaxa Hevpeymana Nîştimanî ya Demokrata Sûrî û serokê Rêxistina Hawar a Parastina Zarokên Efrînê rojnamevan Hozan Efrînî jî di barê vexwendina wan û beşdarbûna wan ji Cejna Peyman`î re, di gotara xwe ya pîrozkirina cejnê de ragiahnd ku ew wek rojnamevanekî Efrînî û bi navê xelkên Efrînê cejna Peymanê li tevahiya zerdeştiyan û li gelê Kurd û Kurdsitanê pîroz dikin.

Efrînî, di gotara xwe de, hilbijartina Pîr Luqman wek rêberê Encûmena Zerdeştiyan bi girîng zanî û pîroz kir her weha amaje bi girîngiya damezrandina Encûmena Pîran ya Zerdeştiyan kir û rasgihandinawê jî pîroz kir ku ew dikarin roleke mezin di azadkirin û rizgarkirina Efrînê de bibînin, bi taybet di sazî û dezgehên yasayî ên navneteweyî de ku hemû aliyên Ewropî û navneteweyî rêz ji bo Zerdeştiyan digrin û cihê rêz û pêzanînê ne.

Endamê Encûmena Islamî ya Kurdistanê Mamoste Mela Nadir jî di gotara xwede aşkire kir ku Zerdeştî xwedî roleke mezinin di parastina ax û av û serweriya nîştimanî kurdan de, ji ber wê yekê jî ew cejna Peymanê li tevahiya Zerdeştî û Kurdistaniyan pîroz dike.

Nûnerê Xirsityanên Kurdistanê jî rêzdar Şêx Salar jî gotareke pîrozbahiyê pêşkêş kir û di wê gotarê de, rola herî girîng ya Zerdeştiyên Kurdistanê û xizmetkirina wan ji kurdan û dîroka resen ya gelê kurd û Kurdistanê û hevsoziya Xiristiyanan bi wan re û hevbîriya parastina rastiyên mirovan û azadiyan wan herdem xwedî roleke mezin bûn.

vdo 1

vido 2

Vîdo; Saman Tofîq Raniya

Wêne; Diyako Xatun

PUKmedia-Nazliye Remedan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket