Ez xemgîn im..Selam Hisên

kurdistani 09:17 AM - 2018-08-17
Ez xemgîn im

Ez xemgîn im

Ez xemgîn im
Ne ku bernameya roj baş êdî ji Efrînê nayê pêşkêş kirin Lê ji ber ku çavên min li ser deng û rûyên Meyremê êdî venabin li sibehan

Xemgînim
Ne ku Aramê heşt salî li dibistana Ş. Neşet nema êdî sirûda EY REQÎB bixwîne
Lê ji ber Aram nema peyvên kurdî li ser depên Efrînê bibîne

Xemgîn im
Ne ku kêlîkên şehîdgehan şikestandine
Lê ji ber ku di va cejnê de dayîk dê nikaribin tîna dîtina zarên xwe avbidin

Xemîn im
Ji balîndeyke ji ref qetyayî bêtir
Ji masiyên çemeke ziwa bêtir
Xemgîn im weke bêgunehkarekî di zîndanên destzoriyê de canrizyayî bûye û bêtir

Bêderên xewnên min bi Efrîn tijî ne
Li kulîkan meyze dikim Tetera li bîra min e
Dareke sêwî li van deran dibînim çiya û daristanên merx û zeytûnan dikevin xurnaqên min
Dibêjim ka bila çiyayên me bi deşt û çolistanên vir re bizewicin
Belkî welatzareke rûyê xwe genim û nigê xwe jî Zeytûn were afirirandin

Wê demê
Meydankê dê tîna qamişlo vemrîne
Û Raco dê bilinbûnê fêrî Kobanê bike

Kevirên Şêrewa qasî hişk bin jî dê evînê fêrî hembêza dûriyê bikin
Bila bilbilê jî ji me re çîrokên evîdarên şehîd li çiyayê gir vebêje
Bila vedenga destana qestelê ji Şera bilind were

Xemgîniya min ji zikê Mabeta weke Circimê diherike û di kaniya Şiyê re der dibe

Ez û Cindirêsê jî em ê di nav hev de hesabê bêrîkirinê ji hev bixwazin û êşên hevdû parve bikin
Ma kî dikare têkeve navbere du dilan

Çima xemgîn im ez nizan im?
Ê dizanim ew e ku min bîriya te kiriye Efrîn

Kobanê 16 tebaxa 2018
PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket