YNKê pîrozbahî li PDKê kir

kurdistani 06:25 PM - 2018-08-16
YNKê pîrozbahî li PDKê kir

YNKê pîrozbahî li PDKê kir

Di yasa salvegera damezrandina PDKê, YNKê pîrozbahî li PDKê kir.

Bi boneya salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê, politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteya Partiya Demokrata Kurdistanê kir.

Di serî de, ji bo serokê PDKê Mesûd Barzanî û piştre jî ji bo tevahiya endamên politburo û serkirdeyetiya Partiya Demokrata Kurdistanê silavên hevxebatê araste kirin.
Di wê peyamê de, boneya salvegera damezrandina 72 saliya Partiya Demokrata Kurdistanê, bi navê politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi germtirîn pîrozbahî li serok û serkirde û endam û alîgirên Partiya Demokrata Kurdistanê pîroz kirin.

Derbarê rola PDKê di şoreşa gelî kurd e ji destpêka damezrandinê û heya dawiya şoreşa Eylonê, her piştî xiyannetnameya Cezayêr û derketina şoreşa nû li Kurdistanê, Peyama Politburoya YNKê wiha amaje pê kir ku; PDKê xwedî roleke pir mezin û girîng bû.  Her serbarê rewşa dijwar ya şoreşê, lê dîsan PDKê xwedî roleke girîng bû ye.

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê di peyama xwe de aşkire kir ku hîn jî xebata me hevbeşe û dûr û dirêje, hîn jî rê û zehmetiyên hevbeş ê me hene.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket