Şêx Lahur û Ceneral Bawik Fênik li hev civiyan

kurdistani 05:27 PM - 2018-08-16
Şêx Lahur û Ceneral Bawik Fênik

Şêx Lahur û Ceneral Bawik Fênik

Li Silêmaniyê Şêx Lahur û serleşkerê Hevpeymanan li ser rewşa navçeyên alozger gotûbêj kirin.

Derbarê rewşa navçeyên alozger û ji Kurdistanê qutkirî, Îro roja pêncçemê 16-8-2018`an, li bajarê Silêmaniyê, berpirsê Ajansa Parastin û Zanyariyan li Herêma Kurdistanê Şêx Lahur Şêx Cengî li gel fermandarê giştê yê Hêzên Hevpeymanên Navneteweyî li dijî DAIŞê Ceneral Bawik Fênik civiya.

Her weha di wê civîna du qolî de, her du aliyan li ser girîngiya hevrêziya hêzên ewlekariya Herêma Kurdistanê û hikûmeta Êraqa federal gotûbêj kirin û bi girîng zanîn ku ji ber şerê li dijî DAIŞê berdewam serkeftî be, hevrêziyên xwe berferehtir bikin ji ber ku heya niha şerê li dijî terora DAIŞê hîn jî berdewame û bi dawî nehatiye.

Her weha ji aliyeke din  ya wê hevdîtina du qolî , derbarê avakirina hikûmeta nû ya Êraqa federalê û çawaniya beşdarkirina hemû aliyan û bi taybetî ên li Herêma Kurdistanê tako hemû mafên gelê Kurdistanê li gorî destura Êraqê bi dest bînin

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket