Sedemên Krîza Aborîya li Tirkîyê Çi Ne?
kurdistani 03:56 PM - 2018-08-16Sedemên Krîza Aborîya li Tirkîyê Çi Ne?
Krîza sîyasî û aborî ya di navbera Amerîka û Tirkîyê kûrtir dibe. Piştî Washingtonê li ser Tirkîyê bacên gumrukê ji bazirganîya berhemên alamînyum û pola yên Tirkîyê zêde kirin, Enqerê jî gaveke wiha avêt.
Tirkîyê jî bi biryara Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li ser gelek berhemên bazirganîyê yên Amerîkî bacên gumrukê zêde kirin.
Erdogan îdîa kir ku di ketina nirxa lîraya Tirkî de, plana erîşê ya dijberên wan hene. Wî bang li karsazan kir ku li hember êrîşa aborî hilberandina xwe zêdetir bikin û ji vî şerî bi serketî der kevin.
Herwiha, Erdogan dolar wek amûrê zordestîyê dibîn û dixwazê êdî jibo bazirganîya navneteweyî ji lîrya Tirkî were karanîn.
Lê, gor daneyên Sazîya Îstatîstîk ya Turkîyê (TUÎK) ev yek ne pêkan e, jiber ku Tirkîye di van şeş mehên pêşîn yên îsal de bi bazirganîya derve de % 52 bi dolaran, % 40 ji bi euro hatiye kirin. Jiber vê yekê xwesteka bikaranîna lîra di bazirganîya derve re niha gelek dijwar e.
Tirkîye % 80 pêdivîya enerjîya xwe ya neft û gazê ji Rûsya û Îranê dikire û peymana di navbera van dewletan de ji bi dolar e. Dîsa, Çîn ji li ser dolaran berhemên xwe difroşe Tirkîyê.
Serokê Komela Nûçegîhanên Aborî (EMED) Turgay Turker dîyar kir ku Tirkîyê heta niha ti peymanên jibo bazirganîya navnetewî bi lîra îmza nekiriye.
Turker jibo têkîlîyên bazirganî yên di navbera Rûsya û Tirkîyê de ji wiha got:
"Tirkîye, di bazirganîya navnetewî de dolaran bikar tîne. Hemû peymanan di navbera her du welatan de li ser dolaran dimeşe. Petrol û gaz ji bi dolaran de tên kirîn. Gelo karanîna pereyên xwe dê bikarin bazirganîyê bikin? Piştî vê seatê jibo her du welatan ji ev rîsk e. Rûsya wê qebûl nake.”
PUKmedia-VOA
hewal ziyatr
-
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23 -
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Hewlêrê dike
10:48 PM - 2024-04-22
zêdetir tamaşe bike
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
04:52 PM - 2024-04-23
Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir
12:14 PM - 2024-04-23
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
10:09 AM - 2024-04-23
Serokomarên Iraq û Tirkiyeyê: Divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin
03:59 PM - 2024-04-22
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir
Kurdistan 12:14 PM - 2024-04-23 -
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 05:11 PM - 2024-04-23 -
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
Kurdistan 10:09 AM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 10:45 AM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
Kurdistan 12:49 PM - 2024-04-23 -
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
Kurdistan 04:52 PM - 2024-04-23 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
Kurdistan 07:47 PM - 2024-04-23