Şewata Daristanên California Didome

kurdistani 03:10 PM - 2018-08-13
 Şewata Daristanên California Didome

Şewata Daristanên California Didome

Şewata daristanan ya li California metirsîya belavbûna nexweşîyan zêde kir.

Hin kesên li California, bi kuxika zêde, xurandina çavan û tengbûna bêhnê re rû bir û mane. Dûyê şewata daristanan li dora California belav dibe û doktor bang li sîvîlan dikin ku maskeyan bikar bînin.

Şewata daristanan ya California, ku roja Duşemê destpê kiribû, li 85,000 kîlometrekare belav bûye. Bo vemirandina şewatê ji esmên jî piştgirî tê dayîn. Ji 20,000 kes re fermana derketinê hatiye ragihandin.

Forrest Clark yê 51 salî bi derxistina şewata bi navê ‘’Agirê Holy’’ tê nasin, tê tawanbar kirin. Ji alîyê din ve li bakurê California, jiber şewatê metirsîya ser 1500 mal hîn jî didome.

Şewatên din yên li California jî belav dibin. Li dora Reddingê bo 350 kes fermana derketinê hat ragihandin. Parka Neteweyî ya Yosemite, jiber şewatê bi qasî 2 hefte girtî bû û li ber e ku sibê Sêşemê jinûve vebe.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket