Efrîn di navbera berjewendiyên navneteweyî û herêmî de

kurdistani 03:28 PM - 2018-08-12
Efrîn di navbera berjewendiyên navneteweyî û herêmî de

Efrîn di navbera berjewendiyên navneteweyî û herêmî de

Di vê bernameyê de, Efrîn di navbera berjewendiyên navneteweyî û herêmî de tê şirovekirin.

Di roja duşemê 30-7-2018’an de, bernameya ((Ji Rojavayê)) ku di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê de tê wešandin derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê û bi taybet Diyaloga MSDê û Rêjîma Sûrî birêve çû.

Di wê bernameyê de, derbarê rewşa Efriniyan û guhrrtina demografîk li gundwarên Efrînê û bêdengiya navneteweyî li hemberî tawanên tirkan û komên terorîstan li Efrînê, li gel destpêkirina diyaloga du qolî di navbera Meclîsa Sûriya Demokratîk û rêjîma Sûrî de her weha mêvanên îro ya bernameya (( Ji Rojavayê )) her yek ji rêzdar wezîrê derva ya herêma Efrîna dagîrkirî Sileman Jafer Cefer ku niha li navçeya Şahbayê dimîne û çalakvanên siyasî rojnamevan ‏ Avrin Zeyton li Almaniya û çavdêrê siyasî Îbrahîm إبراهيم كابان Ibrahim Kaban jî li Almaniya yê beşdarî bernameya Ji Rojavayê bibûn. Bernameya Ji Rojavayê, hemû rojên duşemê, di Dengê Gelî Kurdistanê de demjimêr 2 bi dema Efrînê û 1 bi ya Ewropayê û 2 bi ya Herêma Kurdistanê tê weşandin.

Hûn dikarin bi riya vê linkê xwerê guhdarî bernameyê bikin....

Di destpêka meha eylona 2017`an de, rojnamevan Hozan Efrînî erka birêvebirin û pêşkêşkirina bernameya Ji Rojava ya ku di Radyoya Gelî Kurdistanê de tê bexişkirin li stuyê xwe girt û heya niha tê de dixebite. Bernameya (Ji Rojava ve) di radyo Gelî Kurdistanê de tê weşandin... Di hemû rojên çarşemê demjimêr 11 bo 12'an nîvro de, di dengê Gelî Kurdistanê de, li ser vê linke http://karwan.tv/dengi-geli-kurdistan.html, benrnameya bernameya Ji Rojavayê ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînê ve tê pêşêş kirin.

Li gorî gotina Efrînî ku Radyoya Dengê Gelî Kurdistan, di her bernameyeke xwe de, bi riya telefon û studyoyê, mêvanan vedixwîne bernameyê, her weha li ser rewşa ramyarî , ewlekarî , civakî û giştî çi li Sûriye û çi li Rojavayê Kurdistanê be, bi awayekî babetî û zelal nêrînên cuda cuda tên şirove kirin .
Her weha Efrînî aşkire dike ku jî ku mirov dikare xebatên bernameya Ji Rojavayê, bi riya vê rûpelê jî www.facebook.com/dgkradio/ guhdarî bernameyên derbasbûyî bikin.
Jêder: ku.wikipedia

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket