8 aliyên siyasî Rojavayê binbpêkirinên Tirkiyê şermezar kirin
kurdistani 01:50 PM - 2018-08-128 aliyên siyasî Rojavayê binbpêkirinên Tirkiyê şermezar kirin
Belavokeke ji bo raya giştî ji aliyê 8 aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê hat weşandin.
8 part û rêxistin û aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistan û Bakurê Sûriyê, bi riya belavokeke hevbeş, hemû kiryar û nerewabûn û binbpêkirinên dûr li parastina maf û azadiyên mirovan, ên ku artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûrî li dijî xelkên sivîl li Efrîna dagîrkirî û navçeyên ser bi Şahbayê ên dagîrkirî bi tundî şermezar kirin.
Ji bo şermezarkirina kiryar û destdirêjiyên ne rewa û binpêkirinên ku artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wan li dijî xelkên sivîl li Herêma Efrîna dagîrkirî û li navçeyên ser bi Şahbayê yên dagîrkirî (Cereblus-Azaz-Babê) ku tê de siyaseta guhertina demografîk birêve diçe û hemû kiryarên ne rewa û binpêkirinên bê wêne li dijî zarok û jinan û kalpîran pêktînin ku ji revandin û eşkencekirin û kuştin û talankirin û destdayîna ser milik û malên xelkên sivîl û guhertina nexweşxane û dibistanan bi cihên zîndanan ku niha bi hezaran girtî û revandî li cem wan hene, 8 part û rêxistin û aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistan û Bakurê Sûriyê, bi riya belavokeke hevbeş, bi tundî şermezar kirin.
Belavoka 8 aliyan bi awayekî berpirsyartî daxawaz ji aliyên peywendîdar ên navneteweyî kirin ku di serî de Amerîkayê destêwerdana vê kiryarên ku artêşa Tirk li dijî wan navçeyên amajepêkirî bike û fişar bixe ser Tirkiyê tako dagîrkirina Efrînê û navçeyên ser bi Şehbayê bi dawî bîne.
Her weha daxwaz ji tevahiya xelkên Sûrî jî kirin ku berxwedanê li hemberî dagîrkirina Efrînê bilindtir bikin û şer û tekoşînê li hemberî terorê bilindtir bikin tako dagîrkeina Efrînê bi dawî bibe û hebûna terorîstan li tevahiya axa Sûriyê nemîne.
Her di wê belavokê de, piştîvaniya xwe ji bo xweragiriya xelkên Siwêdayê dupatkirin ku li hemberî terorê liberxwe didin û ji hemû aliyên peywendîdar daxwazkirin ku piştgiriya xelkên Siwêdayê ên mêrxwes bikin tako serkeftinê li ser terora DAIŞê tomar bikin.
Di dawiyê de bang li hemû xemxwerên rewşa Sûriyê kirin tako hewil bidin ku çareserkirineke guncaw ş xwe bi xwe heya ku Sûriye ji vê rewşa nelihev û metirsîdar desrbas bibe û ev yek ji aliyê MSDê ve pêkhatiye ku ji bo derbasbûna rewşa niha bi bê merc daxwaza gotûbêjan li rêjîmê kir û ev pêngav gelek rast û dîrokî ye.
Ew part û rêxistin û aliyên siyasî ku di naveroka belavokê de beşdar bûne ev in;
1-Encûmena Sûriya Demokratîk MSD(Nivîsgeha Efrîn-Şahba)yê
2-Partiya Pêşeroja Sûriya (Şaxa Efrîn-Şahba)yê
3-Partiya Yekîtiya Demokratîk ya Kurd li Sûriya(Yekîtî)
4-Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê
5-Partiya Demokrata Kurdê Sûrî PDKS
6-Nivîsgeha Peywendiyên Deplomatîk li Şahbayê
7-Nivîsgeha Peywendiyên gişûtî ên TEV-DEMê li Efrînê
8-Hevpeymana Nîştimanî ya Demokratîka Sûrî
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23 -
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Hewlêrê dike
10:48 PM - 2024-04-22
zêdetir tamaşe bike
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
04:52 PM - 2024-04-23
Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir
12:14 PM - 2024-04-23
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
10:09 AM - 2024-04-23
Serokomarên Iraq û Tirkiyeyê: Divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin
03:59 PM - 2024-04-22
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir
Kurdistan 12:14 PM - 2024-04-23 -
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 05:11 PM - 2024-04-23 -
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
Kurdistan 10:09 AM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 10:45 AM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
Kurdistan 12:49 PM - 2024-04-23 -
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
Kurdistan 04:52 PM - 2024-04-23 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
Kurdistan 07:47 PM - 2024-04-23