Artêşa Tirk revandin û girtina sivîlan didomîn e

kurdistani 12:46 PM - 2018-08-12
Artêşa Tirk revandin û girtina sivîlan didomîn e

Artêşa Tirk revandin û girtina sivîlan didomîn e

Artêşa tirk a ku Efrîn dagîr kiriye û çeteyên wê welatiyekî din ji Efrînê bê sedem revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.

Çavkaniyekî ji kantona Efrînê ragihand ku çeteyên girêdayî artêşa tirk duh welatiyê bi navê Cîger Aslan Seydo yê ji gundê Çoqê yê girêdayî kantona Efrînê bê zelalkirina sedem revand.

Çavkaniyeke navxweyî diyar kir ku welatiyê bi navê Cîger Aslan Seydo ji taxa xwe ya navenda Efrînê ji aliyê kesên ku bi navê  “polîsên leşkerî” tên naskirin ve hate revandin û ber bi cihekî nediyar ve hate birin.

Her wiha çavkaniyan destnîşan kir ku Lîwa El-Sultan Mûrad a girêdayî artêşa tirk a dagirker kabloyên kehrebeya ji navenda Efrînê didizin, her wiha mal û milkên welatiyan talan dikin û binpêkirina mafên welatiyan didomîn in.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket