Ruhanî: Trump Dixwaze di Hindurê Îranê de Alozîyan Çêke

kurdistani 08:50 AM - 2018-08-07
Ruhanî: Trump Dixwaze di Hindurê Îranê de Alozîyan Çêke

Ruhanî: Trump Dixwaze di Hindurê Îranê de Alozîyan Çêke

Berî toleyên Amerîka yên dijî Îranê destpê bikin, Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî axifî.

Ruhanî ser axaftina Serokê Amerîka Donald Trump, ku gotibû bo hevdîtina bi rêvebirîya Îranê re amade ye, dîyar kir ku ‘’ger Amerîka bawerîyê bide ewê pê re bicivin’’

Ruhanî di axaftina xwe de, ku ji kanala dewletê bi awayekî zindî hat weşandin, ser toleyan peyivî. Serokomarê Îranê dîyar kir ku ew her tim dixwazin hevdîtin çêbin û dîplomasî hebe û da zanîn ku Amerîka hem ji peymana navokî vedikişe hem jî dixwaze hevdîtinê çêke.

Ruhanî ser gotinên Trump got ku ‘’hesabeke navxweyî’’ ye û dîyar kir ku Trump dixwaze di hindurê Îranê de alozîyê çêke.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket