YNKê; Hilbijartin wê di dema xwe de be

kurdistani 07:13 PM - 2018-08-06
Hilbijartin wê di dema xwe de be

Hilbijartin wê di dema xwe de be

Hilbijartinên parlemana Kurdistanê wê di dema xwe de be.

Peyvdarê fermî û berpirsê peywendiyên giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Sedî Ehmedê Pîra di kongireyeke rojnamegeriyê de ku piştî bi dawîbûna civîna herdu aliyên kurdî YNK-PDKê pêkhatiye ragihand ku wê hilbijartinên parlemana Kuridstanê di dema xwe de birêve biçin ango wê di 30-eylona dahato de pêk were û ewê ku dibêjin wê bête paşxistin, ew bi xwe dixwazin hilbijartinên parlemanê were paşxistin.

Sedî Ehmedê Pîra di axiftina xwe ya wê kongireyê de aşkire kir ku heya vê demê jî, wê proseya hilbijartinan li Herêma Kurdistanê di dema xwe ya diyarkirî de birêve biçin ku wê di roja 30-9-2018`an de pêkwere.

Her weha di barê wan gotin û nûçeyên derdoran ku dibêjin wê proseya hilbijartinan li herêma Kurdistanê bidin paşxistin, Sedî Pîra dazanîn ku ew alî û kesên ku rêklema paşxistina proseya hilbijartinan dikin, ew bi serê xwe dixwazin hilbijartin werin paşxistin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket