Venezuela: 6 Kes Jiber Hewildana Kuştina Maduro Hatin Desteser Kirin

kurdistani 04:41 PM - 2018-08-06
Venezuela: 6 Kes Jiber Hewildana Kuştina Maduro Hatin Desteser Kirin

Venezuela: 6 Kes Jiber Hewildana Kuştina Maduro Hatin Desteser Kirin

Wezareta Karên Navxweyî yên Venezuela ragihand ku 6 kesên ku peywendîya wan bi hewildana kuştina Serokê Venezuela Nicolas Maduro re heye hatine desteser kirin. Wezîrê Karên Navxweyî yên Venezuela Nestor Reverol da zanîn ku dibe ku di demjimêrên pêş de ew hin kesên din jî desteser bikin.

Roja Şemîyê, dema Maduro li Caracas ya paytaxt di merasîmeke leşkerî de axaftin dikir dijî wî bi du firokên bêmirov hewildana kuştinkarîyê pêk hatibû. Reverol bo şeş kesên hatine desteser kirin got ku ‘’terorîst’’ in û da zanîn ku ji heft kesên birîndar bûne, sê kes giran in.

Reverol bi berdewamî dîyar kir ku ji êrîşvanên hatin desteser kirin yek di sala 2014’an de tevlî protestoyên dijî hikûmetê bûye û da zanîn ku bo yekî din jî jiber êrîşa dijî navendeke leşkerî biryara girtinê hebûye.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket