Ev 5 salin Şêrko Bêkes ji nav me bakirî

kurdistani 05:48 PM - 2018-08-05
5mîn salvegera koça dawî ya Şêrko Bêkes

5mîn salvegera koça dawî ya Şêrko Bêkes

Polîtburoya Yekîtiya Nîştimanî Ya Kurdistanê YNK`ê,  bi boneya koça dawî ya helbestvanê mezin yê gelê Kurd mnemir Şêrko Bêkes, bi navê hemû endam û heval û xelkê Kurdistanê, serxweşiyê radighînine.

Di belavokeke xwe de, politburoya Yekîtiya Nîştimanî Ya Kurdistanê ji ber malavakirina helbestvanê mezin û pêşmergeyê disoz yê Kurdeyetiyê, mamoste Şêrko Bêkes, xem û keserekî din li ber Kurdistanana me bû, bi jidestdana kesayetiyekî mezin û helbestvanekî mezin û nivîskarekî bi lîmet ku hem di Kurdistan û hem jî li cîhan navdare û bo ture û wêje û helbestên Kurdî û pêşmerge ziyaneke mezin bû.

Kak Şêrko Bêkes, di dunyayê helbest û nivîs û wêjeyî de, pir bû li tiwane û hêz û dahênan, pir bû li gencîne û wişe û wêneyên belgedar ku bi wî dihate dîtin, pir bû li ezmûn û helbest nivîs û wêjeya mezin ya neyab, di rastî de mamoste Şêrko Bêkes ciwanemergê helbest û turevanûya Kurdî bû.
Çi keserekî mezine ku nasnavê, helbestvanekî mezin yê gelê me bi wî bê dayîn û neviyên vî gelî li ser zimanê heval Mam Celal bê bi nasnav kirin.

Ji dil û derûn û yadweriya mezin yê gelê me ku nemir bi nasnavê helbestvanê mezin yê gelê Kurd bê binav kirin û heya di mirina xwe de jî, kak Şêrko Bêkes, jê re ew nasnaveyê ku heval Mam Celal lê kiriye bê binavkirin ku ew helbestvanê mezin yê gelê Kurd e.

Kak Şêrko yê nemir pêçiyên xwe li ser nûhbûn û nûjentiya helbest û tura Kurdî heye û dewlemendkirina wê di warên kirdarî de jî li ber çavan e.
Ew xwediyê dewlementirîn helbestê Kurdî ye, ji helbestên şoreşgerî, neteweyî, mirovî û heya romansî weke morek li ser rûpela dîroka wêjeya Kurdî da.
Kurtejiyana helbestvanê mezin yê Kurd Şêrko bêkes
Di 2ê gulana 1940î de li Silêmaniyê hatiye dinê. Lawê helbestvanê navdar Faiq Ebdilla Bêkes bûye. Wî xwendina xwe ya bingehîn û navîn li Silêmanî û Bexdayê temam kiriye. Bêkes ji 17 saliya xwe ve dest bi nivîsandina helbestan kiriye û cara pêşîn helbestên xwe di heftenameya bi navê Jîn li Silêmaniyê belav kirine. Li Bexdayê zanîngeh jî qedandiye û kitêba xwe ya yekem a bi navê Tirîfey hellbest jî dîsa li vî bajarî di sala 1968an de çap kiriye.

Di sala 1969an de pirtûka wî ya duyem jî derxistiye. Bêkes di sala 1995an, di hevpeyveke ligel nivîskar Mehmed Uzun de got ku, ji helbesta kurdî ya nûjen bala wî dikişand, bi taybetî helbestên Goran û Herdî dixwendin.

Di navbera salên 1965-1987an de pêşmerge bû û eynî demê de jî di radyoya bi navê Dengê Şoreşê de xebitî.
Di serê sala 1970î de di nava tevgera "Ruwange" de cîh digire. Ev tevger ji bo helbesta kurdî rêyek nû vedike û helbesta nûjen derdekive holê. Bi vê tevgerê di her hêlê de bêhna jiyana kurdî ket helbesta kurdî. Bi tevî çend nivîskar û helbestvanên kurd kovareke bi navê Rwanya derxistin.

Di sala 1971ê de wî şanogeriya kurdî Kaway Asinger, paşê di 1973an de jî dîwaneke nû ya bi navê Min tînuyetîm be gir eşkê nivîsandin. Dû re di 1976an de pirtûka wî Askîm[çavkanî pêwîst e] û di 1978an de jî dîwana kurteşiîran a bi navê Kazîwe derketin.

Piştî têkçûna şoreşa Îlona 1974an car din vegeriya bajêr[çavkanî pêwîst e]. Lê vê carî jî hikûmeta Îraqê, Bêkes ji bo çar salan şand sirgunê.
Helbestvan Şêrko Bêkes di sala 1984an de beşdarî serhildana li başûrê Kurdistanê bû û 1986an de wek penaber çû Swêdê. Li Swêdê bû endamê Komeleya Nivîskarên Swêdê û PENa Swêdî.

Di sala 1986an de dîwana wî ya çîrokşiîran Rûbar derket. Di 1987an de PENa Swêdî xelata Tucholsky dayê.

Di 1991ê de li başûrê Kurdistanê wek wekîl dikeve parlamentê û sal nîvekî wezîriya kulturî kir. Bêkes li Silêmaniyê dijiya û serokiya navenda kulturî ya bi navê Sardam (anku, Serdem) dikir.
Şêrko Bêkes di 4ê tebaxa 2013an de li nexweşxaneya Karolinska ya Stockholma paytexta Swêdê ji ber nexweşiya penceşêrê çûye ber dilovaniya Xwedê.
Berhemên wî
Şêrko Bêkes helbestên xwe bi zaravayê soranî dinivîsandin. Ji ber vê yekê her çiqas ew bi kesaniyeta xwe were naskirin jî helbestên wî li bakur zêde nayê naskirin. Pir hindik helbestên vî helbestvanê navdar li hatine wergerandin bo kurmancî.
Heya niha 20 kitebên wî yên helbestan hatine çapkirinê. Kitêbên wî bi gellek zimanan -yewnanî, tirkî, erebî, îngîlîzî, fransî, almanî, swêdî- hatine wergerandin.
Bi soranî
Tirîfey hellbest (1968), dîwana helbestan, Îraq.
Kawey Asinger (1971), dastaneke helbestî ya ser şanoyê, Îran.
Dall (1989), çîrokeşiîr, Swêd.
Derbendî pepûle (1991), Swêd.
Dîwana Şêrko Bêkes, I (1990), Swêd.
Dîwana Şêrko Bêkes, II (1992), Swêd.
Dîwana Şêrko Bêkes, III (1995), Swêd.
Mêrgî zam, mêgî hetaw (1996), Swêd.
Xaç u mar u rojjimêrî şaîrê (1997), romaneşiîr, Swêd.
Bonname (1998), helbest, Kurdistan.
Çirakanî ser Helemût (1999), helbest, Kurdistan.
Piyawî la darsew (2001), helbest, Kurdistan.
Qesîdey rengdan (2001), helbest, Kurdistan.
Ezmûn 1985-2000 (2001), Kurdistan.
Jîn u baran (2001), helbest, Kurdistan.
Xom ew wextey balindem! (2002), helbest, Kurdistan.
Kukuxîtiya bizêweke (2003), helbest, Kurdistan.
Espêk le perrey kolane[1].
Helbestên bijartî yên Şêrko Bêkes (Mil, Pilûrey x Zayelle : "Çwar biray qurbanî leyek mallî Kerkûkda!", Adan û hwd) di salên 2010-2011an de li kovara Rexney Çawdêr jî derketin.
Wergerên bo kurmancî
Gulbijêrek ji helbestên Şêrko Bêkes (1991).
Ji nav şiîrên min (1995/2001). Wergêr: Rûken Bagdu Keskin û Bedran Hebîb. Avesta. Helbestên bijartî ji dîwana Şêrko Bêkes in.
Dev ji min berde ez dixwazim biçim (2007). Belki.
Hemû helbest (2012). Wergêr: Sîrwan Rehîm û Muhsî Ozdemîr. Ronahî, Amed. Bêkes piştî têkçûna rewşa tendirustiya wî di roja 17`yî nîsanê ya îsal de jib o çareseriyê ji Silêmaniyê gihîşte Stokholmê paytexta Siwêdê. Lê mixabin roja 4/8/2013`an û piştî sê meh bi hevrikiya li gel nexweşiyê li nexweşxaneyekî welatê Siwêdê koça dawî kir.

Ji erşîva PUKmedia`Yê...
PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket