Ragihandina Hêzên Ewlekariyê ji bo tunekirina hişmendiya DAIŞ’ê dixebite
kurdistani 10:52 AM - 2018-08-05.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li qada Reqayê dixebite ku bi rêya malpera xwe hişmendiya çeteyên DAIŞ'ê ku li herêmê di nav şêniyan de belav kiribûn, ji holê rake. Her wiha belavokên hişyariyê li ser metirsiyên mayinan li ser malpera xwe belav dikin.
Bajarê Reqayê bûbû keleha sereke û ‘paytexta DAIŞ'ê’. Çeteyên DAIŞ'ê bajar veguherandibû qadeke kuştin, talankirin û hovanetirîn sûcên xwe der heqê şêniyên bajêr û gundewarên wê de. Her wiha bi hemû şêwazan ji bo belavkirina fikr û ramanên xwe yên tundrew û pergala xwe ya tarî bi rêya ragihandinê ji bo tirsandina şêniyan bi kar dianî.
Niha piştî rizgarkirina bajêr û gundewarên wê, Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn li her du herêman; Reqa û Tebqayê ji bo rakirina hişmendiya DAIŞ'ê ya tarî dixebite û rastiyên ku DAIŞ'ê vedişartin li ser malpera xwe ya fermî diweşîne.
Bi rizgarkirina Reqayê bi destê şervanên QSD'ê re pêwîstî bi ragihandineke rasteqînî û pêbawer hebû. Li ser vê bingehê Hêzên Ewlekariya Hundirîn saziyeke ragihandinê ji xwe re ava kir. Her wiha ev sazî bûyerên hundirîn, derve û xebatên sazî û desteyên ku li herêmê kar dikin, qeyd dike.
Endamê rêveber ê Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn li qada Reqayê Şiyar Kawa, şêwaza xebata navendê destnîşan kir û wiha got: "Em hemû çalakiyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn çi ji oprasyonên parastina ewlekariyê yan jî derçûna dewreyan dişopînin. Her wiha ji bo navenda ragihandinê û ji bo rastiyê ji cihê bûyerê ragihînin, me hevalên xwe yên xwedî tecrube erkdar kirin."
Kawa wiha li gotinên xwe zêde kir: "Nûçegihanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn tev li dewreyên perwerdeyê yên bîrdozî û pratîk bûne û bi taybet ji bo awayên nivîsandina nûçe, kişandina wêneyan ji bo ku xebat û destkeftiyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi awayekî zelal ji temaşevanan re ragihîne.
Endamên Buroya Ragihandinê li gorî beşên xwe tên belavkirin. Hinek ji wan nûçeyan li ser malperan dişopînin, hinek din nûçeyan bi 3 zimanan amade dikin û wêne û vîdeoyan dikişînin û li ser malpera Hêzên Ewlekariya Hundirîn diweşînin.
Girîngiya vê navendê jî wekî pireke di navbera saziyên ewlekariyê û şêniyên herêmê de tê hesibandin. Ji ber ku şênî bi rêya saziyê nêrîn û rexneyên xwe pêşkêş dikin û ji aliyê xwe ve navend ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, wan rexne û nêrînên şêniyan ji aliyên têkildar re vedugihêzin.
Li gorî endamê rêveber Şiyar Kawa gelek ajans û rojnameyên ragihandinê yên cîhanî, alîkariya tîmê ragihandinê ji bo amadekirina raporan û şandina nûçeyên bi wêne xwestine û ew jî tekez dike ku ew leşkerên veşartî ne û xwedî pêbaweriyeke bilind in.
Her wiha tîma Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn car caran belavokên hişyariyê li ser xetereya mayinan belav dike û dibe çankaniyek ji bo ragihandina haletên bi guman li ser şaneyên çeteyan li herêmê bi rêya çavkaniyên taybet.
PUKmedia/ANHA
hewal ziyatr
-
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
Kurdistan 09:45 AM - 2024-04-24 -
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
Kurdistan 01:51 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
Kurdistan 02:16 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
Kurdistan 07:47 PM - 2024-04-23 -
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
Kurdistan 05:53 PM - 2024-04-24