Hêro Xan jina merd û destvekirî

kurdistani 10:08 AM - 2018-08-05
 Hêro Xan hate xelat kirin

Hêro Xan hate xelat kirin

Doh roja şemiyê 4-8-2018`an, di heyama li bajarê Silêmaniyê paytexta rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê, merasîmeke li avahiya Mûzexaneya Niştimanî ya Silêmanî, bi amadebûna berpirsên hizbî û hikûmî û hejmareke Rojnamevan û Rewşenbîran Hîro Îbrahîm Ehmed hate xelatkirin.

Heşêm Heme Ebdulla Rêvebir ê Mûzexaneya Silêmanî axifî û pesna Hîro xan ê di piştivaniya berdewam ji parastina dîrok û çanda Kurdî de da û destnîşan li ser erk û  alîkariya xaton Hîro di damezrandina mûzexaneyê kir.

Her weha jî piştî axaftin ê perde ji ser wêneya li ser dîwar a xaton Hîro hate rakirin û xelat ji bo wê pêşkêş kirin ji ber ku xebat û erkên wê ji Kurd re berdewam dike.

 

Hêro Xan Îbrahîm Ehmed xelata Papaya watedar li Dêra Mar Yusif wergirt

Her weha xelata duyemîn jî ya Papa yê Vatican ji bo jina şoreşger ya herî bihêz Hêro Ibrahim Ehmed re hat pêşkeşkirin.
Ew xelat ji bo wê yekê ye ku Hêro Xan bi awayekî pir baş xizmeta bi mirovên penaber û awere û Bêkes û hejar an kiriye û bi mirovdost hatiye naskirin û ji ber wê yekê jî, ew xelat li layîqî hatiye dîtin.

Endama politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Hêro Îbrahîm Ehmed xelata Papayê Vatîkanê wergirt.
Îro roja yekşemê 15-1-2016`an ser nîvro, rêxistina Asis Pakis Enternaşyonal û nûnerê Papayê Vatîkan Li pay Karên mirovdostî Hêro Xanê de, ku çendîn xelatên cîhanî ji bo Hêro Xanê hatiye pêşkeş kirin û em kêfxweşin bi vê kar û xelatên ku wergirtiye û bi hêvî ne her berdewam be li ser karên mirovdostî.

Piştî çendîn kar û xebatên bo penaber û awere û xwedîlêderketina li mirovên hejar û bê kes, Îro roja yekşemê Hêro Xan li Dêra Mar Yusif a li Silêmaniyê ji aliyêrêxistina Asis Pakis Enternaşyonal û nûnerê Papayê Vatîkan ve hat xelat kirin.

Pîroz be li jina serkirdeya navdara YNKê ya naskirî Xato Hêro Ibrahîm Ehmed ku ji destpêka şoraşa gelê kurd ya Başûrê Kurdistanê ve di nava tekoşîn û xebata fermî de ye û bi bê dûrketin û an jî rewastandin.

Xelatkirina jina şoreşger bi vîdoyo.....

Hêro Xanê li gel konsilê Îtaliyayê civiya

6/8/2018

Hêro Ibrahîm Ehmed li gel konsilê Îtaliyayê rewşa Herêma Kuridstanê gotûbêj kir.

Îro roja duşemê 6-8-2018`an, li bajarê Silêmaniyê, di koçka Dabeşanê ya nemir serok Mam Celal de, bi amadebûna Bafil Talebanî, endama politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê xanima kurd Hêro Îbrahîm Ehmed pêşwazî li konsilê Îtaliyayê yê li Herêma Kurdistanê Sîrîne Moronî kir.

Di wê hevdîtina du qolî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û konsilê Îtaliyayê li Herêma Kurdistanê de, her du aliyan bi awayekî girîng li ser rewşa siyasî û ewlekariyê li Êraq û Herêma Kurdistanê û navçeyê û çawaniya çareseriya guncaw gotûbêj kirin.

Her weha ji aliyê xwe ve, siyasetvana kurd jina bexşende Hêro Xanê tekez li ser stratîjiyeta YNKê di vê demê û dema pêş de kir ku wê girêdana kongireya asayî ya Yektiya Nîştimanî ya Kurdistanê bête lidarxistin û çareserkirina pirsgirêk û aloziyên li Herêma Kurdistanê bi awayekî guncaw anî ser ziman.

Hîroxanê serkeftina HDP`e pîroz kir

Endama Polit Buroya YNK`ê Hîro Xanê serkeftina HDP`ê  pîroz kir.

Piştî derbasbûna HDP`ê bo care duyemîn bo nav parlemana Tirkiyê ku serbarî ew hemû şer û êriş û teqîn û kiryarên tund û tîj û ne rewa ku li dijî endam û alîgirên wê ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve pêkhatin, lê dîsan HDP`ê dikarî benda 10 derbas bike û bi 61 parlementeran bikevine nava parlemanê.

Di wê bare de jî, Endama politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û hevjîna serok Mam Celal Hîro Îbrahîm Ehmed bi riya peyameke taybet re pîrozbahî li hevserokên HDP`ê kir û ev jî naveroka wê peyamê ye;

"Berêzan hevserok û hevalên Partiya Demokrat a Gelan(HDP)ê

Silavekî gerim…

Bi boneya ku HDP`ê bo cara duyemîn serkeftinê tomar dike û benda -10 jî şikand û bû bi fraksyona sêyemîn li parlemaana Tirkiyê de, Ez pîrozbahiyên xwe yên gerim arasteya we yê rêzdar dikim û bi riya we jî, ez wê pîrozbahiyê li tevahiya neteweyê kurd li Bakurê Kurdistanê dikim.

Bêgoman ev serkeftina mezin yê neteweya me li Bakurê Kurdistanê li hemû dunyayê lê tê nêrîn ku çawa di rewşa şer û ne aramî de, ew encamp bi dest hatiye, Îro dem dema serkeftina aştî û azadî û demokrasiyê ye. Ez bi umêd im ku encamên hilbijartinan, proseya aştiyê ber bi pêş ve bibe û bibe wîstgeheke nûh jib o gîhîştin bi maf û daxwaziyên neteweya kurd li Bakurê Kurdistanê, Serkeftî û serfiraz bin.."

Hîro Îbrahîm Ehmed

3/11/2015

Politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê

Hêro Îbrahîm Ehmed serdana sengerên pêşmerge kir

11/1/2017

Endama plitburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Hêro Îbrahîm Ehmed (Hêro Xan)ê serdana eniyê şer ên hêzên Pêşmergê Kurdistan kir û rewşa wan ji nêzîk ve şopand, her weha guhdarî rewşa heyî li wan efser û pêşmergeyan kir.

Roja sêşemê 9-1-2017`an, ji bo rewşa hêzên pêşmerge ji nêzîk ve bête şopandin û asta parastin û morala hêzên pêşmerge, endama politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Hêro Îbrahîm Ehmed bi hevriya berpirsê hêzên pêşmerge ê 70 Şêx Cafer û Bavil Talebanî serdana sengerên pêşmerge kir.

Di wê serdanê de, pişgiriya xwe ji bo kar û xebat û tekoçna pêşmerge li dijî terorê kir û dazanîn ku pêşmmerge xwedî erk û roleke pîroz û girînge, gelê kurd herdem bi tekoçîna pêşmerge serbilind û serfiraz bû ye û hîn jî di soza xwe de berdewam in.

Hûn dikarin bi raporta vîdyoyê serdana Hîro xanê bibînin.

 

Hîro Xanê projeyên tenduristî yên girîng ve kir

3/9/2016

Endama politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdsitanê Hêro Îbrahîm Ehmed 3 projeyên nûh yên tenduristiyê ve kir.

Îro roja şemiyê 3-9-2016`an, li bajarê Silêmanî, hersê projeyên tenduristî yên pir girîng (Civakgeha Pîremêr yê pisporî diranan û Senterê çareserkirina barên lizgînî û awarte û Beşa rawêjkarî yê hêvaran li nexweşxaneya Şar) hatin vekirin.

Dr. Rêkewt Reşîd û Dr. Mîran Mihemed û hejmarek ji berpirsên din yên fermangeh û rêveberiya tenduristiya Silêmaniyê, benê herîrî ji aliyê endama politburoya YNK`ê Hêro Xanê ve hat birîn û vekirin.

Hêro Ibrahîm; Herêm amadeye gotûbêjan ligel Bexdadê bike

3/12/2017

Hêro Ibrahîm Ehmed ragihand ku Herêma Kurdistanê, amadeye gotûbêjan ligel Bexdadê bike.

Îro roja yekşemê 3-12-2017`an li bajarê Silêmaniyê, bi amadebûna her yek li Bafil Talebanî û Şêx Lahur Talebanî , balyoz Dolas Silîmen û konsilê Emerîkayê li Êraq û Herêma Kurdistanê Kîn Gros, ligel Hêro Ibrahîm Ehmed civiyan.

Di wê hevdîtinê de, ku Bafil Talebanî berpirsê karûbarên Dije Terorê û Lahur Şêx Cengî berpirsê Ajansa Parastin û Zanyariyên Herêma Kurdsitanê, Hêro Ibrahîm Ehmed ligel balyozê Emerîkî li ?Êraqê Doglas Silêman û konsilê Emerîkî li Herêma Kurdistanê Kîm Giros rewşa dawî ya siyasî û ewlahiya li Herêm û Êraq û navçeyê gotûbêj kirin.

Di hevdîtina herdu aliyan de, siyasetvana kurd Hêro Ibrahîm Ehmed dazanîn ku Herêma Kurdistanê amade ye ji bo çareserkirina hemû alozî û pirsgirêkên ku ligel Bexdadê de hene, bi riya diyalog û aştiyê çareser bike û herdem jî ji bo destpêkirina gotûbêjên çarseriyê amade ye.

Hîroxan Ibrahîm Ehmed ligel konsilê giştî Emerîka civiya

10/8/2017

Hîroxan Ibrahîm Ehmed ligel konsilê giştî Emerîka Kîn Giros civiya.

Îro roja pêncşemê 10-8-2017`an li bajarê Silêmaniyê, endama politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê  Hêro Îbrahîm Ehmed  bi amadebûna Bafil Talebanî pêşwazî li konsilê giştî yê Emerîkayê  Kîn Giros li Herêma Kurdistanê kir.

Di wê civînê de, ku berpirsê karûbarê li dije terorê Bafil Talebanî bi xwe rûniştibû, herdu aliyan li ser rewşa ewlehî û siyasî ên li Êraq û Herêma Kurdistanê şirove kirin.

 Hîroxanê li navenda 11ê Adarê li Kerkûkê dengê xwe da

30/4/2014

Îro roja çarşemê, 30-4-2014`an piştî ku binkeyên dengdanê ji welatiyên Herêma Kurdistanê re hat vekirin tako deng bidin bi lîsteyên Encûmena Parêzgeha û yê Encûmena Nûneran ya Êraqê û heya niha li Herêma Kurdistanê bi awayekî asayî birêve diçe.

Her weha li Kerkûkê jî, xanima yekemîn ya Êraqê Hîro Îbrahîm Ehmed jî dengê xwe da.

Îro li bajarê Kerkûkê, di taxa Kanîskanê li navenda 11ê Adarê, xanima yekem ya Êraqê, Hîroxanê, tevlî proseya dengdanê bû û dengê xwe da.

Di barê hijmareya asta dengdan û binkeyên li Kerkûkê jêdereke agahdar ji PUKmedia`yê re ragihand kuli Kerkûkê mafê dengdanê ji 841,634 kesan re heye û li sînorê parêzgeha Kerkûkê 315 binkeyên dengdeanê heye ku niha ji dengdaran re vebûye û bêhtir ji 1800 wîstgrhên dengdanê jî hene.

Wê jêderê berdewam kir ku li Kerkûkê 314 namzet hene û 33 lîsteyên cu7da cudea hene ku ji wan 7 ya Kurdan e di nav wan de, 228 mêrin û 88 jî jinin.

Pênciwînî nameyên Ocalan û Karayilan da destê Hîroxanê

1/5/2013
    
Ocalan: Hêvîdar im ku serok Talebanî vegere û bi çavên xwe proseya aştiyê bibîne.

Îro 1-5-2013, li avahiya politburoya YNK`ê ya bajarê Silêmaniyê, jib o anîna nameyên Ocalan û Karayilan bo serok Mam Celal, xanima yekê ya Êraqê Hîro Îbrahîm Ehmed pêşwaziya endamê Kongireya Neteweyîya Kurdistanê, siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pênciwînê kir.

Di wê dîdarê de, siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pênciwînî piştî li rewşa tendûristiya serok Talebanî, herdu nameyên Ocalan û Karayilan rasdestî Hîroxanê kir û amaje bi  serdana dawî ya şanda BDP`ê bo Qendîlê, nameya serok Apo bo serok Talebanî dabûn destê wî, lê ji ber ku xanim Hîro Îbrahîm Ehmed li derveyê welat bû, em li hêviyê bûn taku ew nameya bi amenetî bighêje destê Hîroxanê.

Endamê KNK`ê Mihemed Emîn Pênciwînî ragihand ku di dema 20 rojên beriya niha de, ku şandeya BDP`ê bi taybet çûbûn bo Îmraliyê, serok Apo nameyek taybet jib o serokkomar serok Talebanî şandibû, ku bi riya şandeya BDP`ê ya serdana Qendîlê kiribûn, ew nameya dane destê min taku ez bidim destê xanima yekê ya Êrqê Hîroxanê.

Derbarê naveroka nameya serok Ocalan de, Pênciwînî got: Rêzdar Ocalan gelek bi girîngdayînî li rewşa tendûristiya serok Mam Celal dipirse û hêvîxwest ku bi zûtirîn dem çêbibe û vegere nav meydana siyasî û di hewlên xwe yên çaresekirina kêşe û aloziyên di rewşa Êraq û navçeyê de berdewam be.

Siyasetmedarê Kurd aşkire kir ku her di wê nameyê de, rêzdar Ocalan li ser bîranînên xwe û yê serok Mam Celal dike û li Libnan û navçeyên dinbi hev re bûn. Her weha di nameyê de, basî gelek yadgariyên xwe û Mam Celal dike û dibêje ku li ser mijar û doza Kurdî hevbîr û nêrînên xwe weke hev bûn.

Her di nameya Ocalan de, ew jî tê de hatiye ku hêvîdarim ku serok Talebanî bi tendûristiyeke baştir û saxlem vegere û bi çavên xwe proseya aştiyê bibîne ku bêtir li 16 salan e jib o bidestanîna aştiya li Bakurê Kurdistanê taku Kurdên Bakur bighêin mafên xwe yên rewa ku serok Talebanî xwedî rol bûye.

Mihemed Emîn Pêncewînî dazanîn ku digel nameya rêzdar Ocalan, nameya rêzdar Murad Karayilan jî jib o serok Talebanî heye.

Her weha aşkire kir ku girîngiya nameya rêzdar Ocalan di wê yekê de ye ku di rewşa xwe de û di kûrantiya zîndanê de, û bîrhatineke taybet li ser serok Talebanî û bi awayekî sergermî û girîndayîn bi pirsa rewşa tendûristiya serok Talebanî û nameyeke taybet jê re dinivîse, ev jî ji jêhatîbûn û nêzîkbûna herdu serkirdeyên Kurde ku bi hev re di ber doza gelê Kurd de, hevbîr û hev reman bûne.


Hêroxanê derbarê kuştina rojnamevanê Ereb de daxuyaniyek da

24/3/2014

Di barê kuştina rojnamevanê Ereb Mihemed Bedîyo de, Hîroxanê daxuyaniyek li ser wê buyerê û peywendiya telefonî ya di navbera wê û Adil Ebdul Mihdî de ji9 aliyê nivîsgeha Hîroxanê ve hat weşandin.

Di ronkirina li ser kuştina rojnemevan Mihemed Bidêyo ku di gelek malperên Êraqî û yên Herêma Kurdistanê de hatiye belav kirin, nivîsgeha Hîro Îbrahîm Ehmed daxuyaniyek daye û di wê daxuyaniyê de, dide xuyakirin ku ew nûçeyên cur bi cur ku têne weşandin li ser kuştina rojnamevan Mihemed Bedîyo dûrin li rastiyan.

Her weha dide diyarkirin ku Hîroxanê digel cîgirê serokkomar yê berê Adil Ebdulmihdî axiviye û her weha digel serokê Encûmena Bilind ya Îslamî ya li Êraqê Amar Hekîm jî kiriye û hevxemiya xwe ji wan re aşkirekiriye û daxwaza dadgehkirineke dadperwerî kiriye û ew kesên ku banghêştî dadgehê hatine kirin tako bi awayekî yasayî biçin berdem dadgehê.

Di dawiya wê beyannameyê de, Hîro Ibrahîm Ehmed hêvî xwest ku rê li ber ew kesên ku dixwazin di ava lihevketî nêçîrê bikin bigrin û bila rê nedin ber mijara neteweperestî û tiştên din û riya herî rast ya yasa û dadweriya rasteqîne ye û ew kesên hatine xwestin di wê dosyayê de bêne ber dadgehê û bi awayekî dadperwerî bêne dadgeh kirin.

Her weha Hîroxanê serxweşî li malbata wî rojnamevanî û saziya dengê Êraqa azad û ji hemû rojnamevanên Êraqê re jî kir û hîvîxweze ku Êraq aştî û aramî û yasaderî zêdetir bi xwe ve bibîne.

Hêviya Gelî Tu…. Dîtina We Çavê Me Ronî kir

11/12/2013

Duh 10/12/2013`an bi şev, kanalên ragihandinê çend wêneyekî sekreterê giştiyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û serokomarê Êraqê Mam Celal belav kirin.

Belavkirina wan wêneyan piştî serdana xanima yekem a Êraqê Hîroxanê bo Almanyayê hat ku ew wêne roja 6-8/12/2013`an hatine kişandinê.

Her li gel belavbûna wan wêneyan welatiyan li hemû bajar û bajarokên Kurdistanê rijiyan ser cade û kolanan û kêfxweşiya xwe û şabûna xwe nîşan dan.

Her bi wê bone û piştî weşandina nûtirîn wêneyên cenabê serok Mam Celal, welatiyên Kurd li bajarên Silêmaniyê, Kerkûkê, Hewlêrê û bajarên dine daketin kolanan û şahiya xwe û kêfxweşiya xwe nîşandan û hezkirin û wefadariya xwe ji Mam Celal re anîn ziman û bang dikirin “Tu hêviya me yî …. Ronahiya cave meyî tu … Bi xêr û selametî werî Mam Celal….”

Di wêneyên ku hatin belav kirinê de ku dema seredana Hêro Îbrahîm Ehmed li nexweşxaneya wî li Berlînê hatine wergirtin têde Serok Celal Talebanî bi tendirustiyek baş hatiye diyar kirin û pêşveçûnek baş di tedawiya wî de hatiye avêtin.

Medyayên Erebî û cîhanî bi girîngî behsa wêneyên serok Mam Celal dikin

Rojnameya Şefeq News di rûpelên xwe de wêneyên nûyên serok Mam Celal belav kiriye û têde

nivîsiye: Derketina wêneyên nû yên serok Mam Celal hemû wan guman û gotinan red kir ku behs ji xerabûna rewşa tendirustiya fexametê wî kirbûn.Her wiha ew rojname amaje bi wê yekê kir ku serok Mam Celal di wêneyên nû de bi awayekî derketiye ku rewşa wî ya tendirustî gelek başe.

Hevdem rojnameya Meda Press derbarê belavbûna wêneyên nûyên serok Mam Celal nivîsiye: Derketina wêneyên nûyên serok Mam Celal nûçeya başbûna rewşa tendirustiya fexametê wî bo hemûyan ron kir.

Her wiha rojnameyê behs ji wê yekê kiriye li çend navçeyên bajarê Bexda ya paytext aheng û şahî bi boneya derketina wêneyên nûyên serok Mam Celal bi tendirustiyeka baştir hatiye encamdan.

Hevdem çend parlemantarên îraqî jî di gotinekê de bo rojnameya Meda Press hêvî xwestin nûçeya dilxweşkertir derbarê tendirustiya serok Mam Celal belav bibe û bi zûtirîn dem jî bi tendirustiyeka baş vegere bo welat.

Rojnameya Elsumerîye jî di rûpela xwe ya yekem de nûçeya derketina wêneyên nûyên serok Mam Celal serok komarê îraqa federal belavkiriye û balkişandeser wê yekê ku derketina wêneyên serok Talebanî bi tendirustiyeka baş hêvî û geşbînî dxe dilê dost û alîgirên partiya wî û gelê Kurdistan û gelê îraqê.

Rojnameya Mesrîyun ya Misrî jî bi heman şêwe di rûpela xwe ya yekemîn de nûçeya derketina nûtirîn wêneya serok Mam Celal belavkiriye û wê nûçeyê bo gelê Kurdistan û îraq û navçeyê bi nûçeyeka girîng dazanîn.

Malpera Îlaf jî derbarê belavbûna wêneyên nûyên serok Mam Celal nivîsye : Serok Talebanî bi tendirustiyeka baş derdikeve û hêzên ser bi serokatiya komar jî şahî û kêfxweşiya xwe derdibirin.Got jî derketina wêneyên nûyên serok Mam Celal ku têde destê xwe dilivîne û gotubêj dike,hemû wan piropagendeyan red kir ku behs ji xerab bûna rewşa wî ya tendirustî dikirin.

Hevdem Mehmûd Usman parlemantarê îraqê derbarê derketina wêneyên nûyên serok Mam Celal bo rojnameya Mesder ragihand: Xiyaba serok Mam Celal bo dema salek temam,bandorê li ser îraq û Kurd çêkiriye û got jî serok Talebanî di jiyan de ye.

Her wiha Dr.Mehmûd Usman ew yek jî eşkere ki r: xiyaba serok Mam Celal gelek bandor li ser îraq û Kurdistanê hebûye,ji ber ku hertim roleka mezin ya navbeynkarî di navbera aliyên nakok de dîtiye bo çareser kirina pirsgirêkên navbera wan.Got jî li ser asta Kurdistanê jî serok Talebanî roleka berçav dîtiye bo çareser kirina nakokiyên navbera partiyên Kurdistanî.Mehmûd Usman ew yek jî eşkere kir ji ber xiyaba serok Mam Celal bi awayekî giştî Kurd û Îraq tuşî ziyaneka mezin bûne.

Gelalî pesnê Kşanak di pêvajoya aştiyê de da.

30/11/2016

Behroz Gelalî nûnerê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê li Tirkiyê serdana Zolokof Kşanak hevjînê Goltan Kşanak hevseroka şaredariya Amedê kir.
Gelalî silavên gerim yên serok mam Celal û Hîroxanê herwiha yên berpirsên YNK gihand malbata Kşanak, û bi girîngî behsa rola wê di piroseya aştî û demoqratiyê û xebata sivîlane di doza Kurdî de kir.
Ji aliyê xwe ve Zolokof Kşanak kêfxweşiya xwe derbarê serdanê nîşan da û sipasiya YNK li ser helwêstên wê derbarê pêvajoya aştiyê li wî welatî kir.


PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket