Hakim Qadir ligel berpirsê liqa 4 ya PDKê civiya

kurdistani 06:49 PM - 2018-08-04
 Hakim Qadir serdana liqa 4 ya PDKê kir

Hakim Qadir serdana liqa 4 ya PDKê kir

Hakim Qadir serdana liqa 4 ya PDKê kir û ligel berpirsê liq civiya.

Ji bo gotûbêjkirina li ser rewşa heyî ya li Herêma Kurdistan û Êraqa federal, berpirsê malbenda yek li Silêmanî û endamê desteya kargêrî yê politburoya Yekîtiya Nîştimanê ya Kuridstanê Hakim Qadir serdana liqa 4 ya Partiya Demokrata Kurdistanê li Silêmaniyê kir û ligel berpirsê liqa 4 ya PDKê civiya.

Di wê barê de, Hakim Qadir ragiahnd ku aştî û aramî û rêkxistina yekrêziya gelê me girêdayî jihevnêzîkbûna hemû aliyên
din ê kurdî ye tako di Herêma Kurdistanê de aramî û aştî pêkwere, berevajayî wê yekê, wê rewşeke ne aram û ne aştî û ne hêminî û dûrketin û jihevpijiqandinê ava bike.

Her weha berpirsê liqa 4 ya PDKê Seîd Selîm jî aşkire kir ku pêwîste girîngî û hevhelwestî hemû aliyên siyasî ên li ser meydana siyasî Kurdistanê werbigirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket