(Bik şerme )

kurdistani 10:29 AM - 2018-08-04
Helbestvan: Dostim Hejar

Helbestvan: Dostim Hejar

Xwîna şehîda difroşin
Saxa bisaxî di kujin...
Mejyê ciwana dimijin
Hey koledarê koledar

•••
Tu bicarkê nake şerme
Dar dihejîne li ser me..
çi rêka xwar dide berme
Hey pînosa destê neyar

•••
çûû her tuşt hate xuya
Li ber  çema û kanîya
Bin kevir namîne giya
Gel bûye şiyar tu xewar

•••
Zirne jikest def qetîya
Tembûr jî têlê wê rizya
Lîstikvanê te  westîya
Jibo te sala nuh dijwar

( DOSTIM HEJAR )

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket