Talebanî; Emê ji bo cinoseydkirina komkujiya Şengalê kar bikin

kurdistani 11:57 AM - 2018-08-03
Talebanî; Hemû hewlên me ji bo bi cinoseydkirina komkujiya Şengalê ye

Talebanî; Hemû hewlên me ji bo bi cinoseydkirina komkujiya Şengalê ye

Qubad Talebanî soz da ku ewê hemû hewlên xwe ji bo bi cinoseyd nasandina bûyer û komkujiya Şengalê bixebitin.

Di peyameke xwe ya 4mîn salvegera komkujiya kurdên Îzîdî li Şengalê, cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kuridstanê Qubad Talebanî ragihand ku ewê hemû hewlên xwe bikin ger tako buyer û komkujiya hovane ya ku li dijî gelê kurdê Êzîdî li Şengala pîroz pêkhatiye, wek cînosaid bidin nasandin.

Di wê peymê de, Qubad Talebanî got; Cînosidkirina kurdên me ên Êzîdî li ser destên qirêjên terorîstên DAIŞê, lekeyeke reş û pîse li ser gûvdeya nîştimana me ye. Ne tenê di van rojên diyar ji her sal de, lê ew roj bi roj di dilê me de dikele û ew dîmen û wêne û îşe ku di roja 3-8-2014`an de li Şengalê hatine weşandin, kok ji bîra mirovan naçe.

Ji ber wê yekê jî, pêwîste hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Êraqa federalê hewil bidin tako ti şopên terorîstên DAIŞê li wan cihên komkujî û cihên din nehêlin û li cihê wan aramî û jiyanaeke azad û hêmin û dûr li tundûtîjiyê were avakirin.

Qubad Talebanî di dawiya gotina xwe ya di peyama şermezarkirina komkujiya Şengalê de wiha anî ser ziman; Emê di wê barê de tekoşînê bikin tako em bi cînoseydkirina û nasandina komkujiya Şengalê ya ku li dijî xwîşk û birayên me pêkhatiye, bi hemû cîhanê dinasînin.


 Merasîmeke cemewerî komkujiya Şengalê bi bîrhat


Merasîmeke cemewerî taybet ji bo şermezarkirina komkujiya Şengalê bi bîrhat.

Bi amadebûna cemewerekî mezin, ligel beşdarbûna berpirs û rêvebirên hizbî û hikûmî û endam û efserên ewlehiyê li Şingalê, malbenda rêkxistinên Yekîtiya Nîştimanî ya Kuridstanê, merasîmeke taybet ji bo bîranîna komkujiya reş ya ku tê de gelê kurd ê Êzîdç hatiye qirkirin lidarxist.

Ew merasîm bi daleqandina wêneyên şehîd û birîndar û qurbaniyên qirkirina reş ya ku di roja 3-8-2014`an de li Şengalê ji aliyê DAIŞa terorîst ve pêkhatibû,  birêve çû.

Xebateke di wê barê deku di roja 21/10/2014 pêkhatibû....

Belgeyên komkujiya bi ser Êzîdiyan de li ber destê ICC ye

Komîta bilind a nasandina komkujiya derheqê Kurdên Êzîdî de û pêkhateyên din ên netewî û olî li Herêma kurdistnaê duh duşemê êvarê li Holanda serdana Dadgeha Ceza a navnetewî (ICC) kir.

Komîtê bi mebesta komkujiya ji aliyê rêxistina terorê DAIŞ bi ser Kurdên Êzîdî de li Şengalê hatî kirin û bi ser pêkhateyên cuda de serdana dadgehê kir û ji aliyê serokê Dadgehê Song Hon Son ve pêşwazî li komîtê hate kirin.

Komîta bilind di civîna xwe de ligel serokê Dadgeha ceza a navnetewî belgeyên tewanên rêxistina terorê DAIŞ li dijî Kurdên Êzîdî encamp dane pêşkêşî dadgehê kir.

Pişt re wezîrê karûbarê şehîdan û enfalkiryan a hikûmeta Herêma Kurdistanê Mihemed Hacî Salih derbarê bûyer û dîroka tewanên ji sed sala bihurî ve ta roja îro bi gelê Kurd de hatine kirin şîroveyek berfereh pêşkêş kir û bi armanca serdanê ve girêdayî axivî Salih got; Em ji ber keraseteke din a mirovî ku bi ser serê gelê me de hat, hatin ba we, ew jî tewana jînosayd kirina Kurdên Êzîdî ye ku ji aliyê rêxitina terorê DAIŞ ve hate birêve birin.

Û wiha pê de çû: Piştî rêxistina terorê DAIŞ Mûsil dagir kir, êrişeke hov  bi ser Şengalê de birin, welatiyên sivîl kuştin, jin û keç revandin û ew weku kole li bazaran firon, destavêtin wan, Salh bang li Dadgehê kir ku keraseta bi ser Şengalê de û Kurdên Êzîdî hatî weku tewanên komkujiyuê (jinosayd ) nas bikin û li dadgehê derheqê berpirsê yekem ê rêxistina terorê DAIŞ, Ebû Bekir Bexdadî de doz bête vekirin.

Ji aliyê xwe ve serokê Dadgehê da xuya kirin ku ew hêvîdare Êraq weku endam beşdarî Dadgeha Ceza ya Navnetewî  û rêkefitna Roma bibe û got; Dadgeha Ceza ya Navnetewî bi teybet tewanên dij mirovahiyên û komkujkiyan digre ber destê xwe. Her wiha ji ber tiştî bi ser Êzîdiyan de hatî xemgîniya xwe diyar kir û rê û rêbazên li gel qonaxên yesayî  ku divê hikûmeta Herêma Kurdistanê pê rabe eşkere kirin û piştgiya xwe ji doze anî  ziman.

Hêjayî gotinê ye ku komîta bilind a nasandina komkujiyên li dijî Kurdên Êzîdî û pêkhateyên netewî û olî yên cuda li Herêma Kurdistanê bi serpereştiya Mehmûs Hacî Salihe û ji her yek ji wezîrê kar û karûbarên komeleyetî Dr.Mihemed Qadir, berpirsê peywendiyên derve ya hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mustafa, sekreterê yesayî ya seroketiya encumena wezîran Amanc Rehîm û kesayetiya Êzîdî Qasin Hesun pêk tê.

Çend peyveke ji dil, Şengala pîroz

Çend peyveke bi nirx ji aliyê kçeka Rojavayê Kurdistanê ya 5 salî li ser buyera Şengala pîroz..

Keçka biçûka Efrînî, Vejîn Hozan Efrînî, piştî rûdana kareseta Şengalê, ji hestên xwe, ji dilsoziya xwe, ji qehra xwe, ji diltengiya xwe, ji dilgiraniya xwe, ji kerba xwe re, her ji cem xwe gotinan derbarê komkujiya Şengalê derdixîne û dipeyîve û hestên xwe bi yên zarok û pîr û jinên Şengaliyên Kurdistanî re parve dike.
Di 4`mîn salvegera komkujiya hovene ya li dijî gelê kurd ê resen li Şengala pîroz, me jî wek stafa PUKmedia`yê ya kurmancî bi baş zanî ku dubare vê vidoyê biweşînin. çend peyveke keçka min Vejîn Efrînî di wê barê de ku 4 salên beriya niha vegotibû.

Werin em bin hev re temaşe û guhdar bikin...


 Tirajîdiya Êzîdiyên Şengala pîroz bi wêneyan bibînin û nas bikin...


Bi wêneyan rewşa Êzîdiyên Şengala pîroz bibînin û li gor wîjdanê xwe biryara hevkarî û alîkarîkirinê ji wan kulîk û gulên baçeya Welatê Rojê re bidin.

Ev wêne ji bo bîranîna 4`mîn salvegera komkujiya reş ya 3-8-2014`an ku li dijî gelê kurd ê Êzîdî pêkhatiye.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket