Pispor Didin Zanîn ku Trump Dijî Rojnamevanan Metirsîyan Çêdike

kurdistani 09:45 AM - 2018-08-03
 Pispor Didin Zanîn ku Trump Dijî Rojnamevanan Metirsîyan Çêdike

Pispor Didin Zanîn ku Trump Dijî Rojnamevanan Metirsîyan Çêdike

Civata Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Komîsyona Mafên Mirovan ya Rêxistina Dewletên Amerîkî (RDE) ragihand ku Serokê Amerîka Donald Trump jiber gotinên dijî medya bo jîyana rojnamevanan metirsîyan çêdike.

Raportorên taybet yên Civata Mafên Mirovan ya NY’ê û Komîsyona Mafên Mirovan ya RDE’ê David Kaye û Edison Lanze dîyar kir ku Trump bi êrîşên dijî medya hewil dide ku bi awayekî stratejîk zararê bide bawerîya bo nûçeyan. Kaye û Lanze da zanîn ku ew êrîşên dijî medya bo jîyana rojnamevanan rîskan û fikaran çêdiken.

Kaye û Lanze dîyar kir ku Trump, ku di serê sala 2017’an de dest bi seroktîya Amerîka kiribû, kanal, rojname û kovarên ku wî rexne dikin bi gotina ‘’dijminên gelê Amerîka’’ reş dike.

Her du raportoran da zanîn ku her çiqas Trump medya Amerîkî bi çêkirina ‘’nûçeyên derew’’ tawanbar dike jî heta niha bi ti delîlan ew gotina xwe piştrast nekiriye.

Kaye û Lanze gotin ku divê li Amerîka jî wek welatên din azadîya medya hebe û Wezareta Dadê ya Amerîka rexne kirin. Raportoran îdia kir ku Wezareta Dadê rojnamevanan tawanbar dike û bo rojnamevan jêderên xwe eşkere bikin li ser wan zextan çêdike.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket